Siyasetmedar û Akademîsyen Ufuk Aras ku çend roj berê li ser nîqaşên vê dawiyê yên pirsa Kurd ligel Serokê MHPê Devlet Bahçelî civiyabû, derbarê wê civînê ji ajansa Rûdawê re axivî û got: “Devlet Bahçelî got `ji bo pêkhatina biratiya Kurd û Tirkan û lihevkirina li ser zemîneyeke hevbeş ev derfetek dîrokî ye.”
Siyasetmedar û Akademîsyen Ufuk Aras ku çend roj berê li ser nîqaşên vê dawiyê yên pirsa Kurd ligel Serokê MHPê Devlet Bahçelî civiyabû, derbarê wê civînê ji ajansa Rûdawê re axivî û got: “Devlet Bahçelî got `ji bo pêkhatina biratiya Kurd û Tirkan û lihevkirina li ser zemîneyeke hevbeş ev derfetek dîrokî ye.”
Uras ragihand ku li ser pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd di navbera AK Partî û MHPyê de ti nakokî û pirsgirêk nîn in û got: “Ez di wê baweriyê de me Erdogan jî dê di demek nêzîk de li ser vê mijarê pêngavên beribiçav biavêje û hevdtîna bi Ocalan dê bi awayekî bê kirin.”
Ufus Uras ku demekê Serokê Giştî yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) bû û sala 2009an di parlamentoyê de beşdarî grûba Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) bûbû, 20ê Mijdara 2024an serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Banga Serokê MHPê ya bo Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd, rojeva sereke ya civîna Bahçelî û Uras bû.
Ufuk Uras li ser pêvajoya çareseriyê û çend mijarên din bersiv da edîtorê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferdî Sak.
Ufuk Uras ragihand ku wî banga Devlet Bahçelî ya bo Ocalan ji bo çareseriya Pirsa Kurd wekî derfeteke dîrokî dîtiye û ji ber vê yekê xwestiye pê re bicive.
Birêz Ufuk Aras we çend roj berê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kir. Ziyareta we di medyaya yê de cihekî berfireh girt. Hûn dikarin behsa wê ziyaretê bikin, gelo armanca ziyaretê çi bû?
Dema Devlet Bahçelî di civîna grûba partiya xwe de çend car got, `divê Abdullah Ocalan û DEM Partî bi he vre pêwenndiyê bikin` ev bang li cem min gelek girîng bû. Min ev yek wekî derfeteke dîrokî nirxand û min xwest hevdîtinê bi birêz Bahçelî re bikim Min got, `ev banga we gelek bi wate ye. Bi taybetî ji bo pêkanîna aştiya li Tirkiyeyê derfeteke mezin e. Me jî di civînê de ji Devlet Bahçelî re got ji bo vê yekê çi ji destê me bê em dê bikin û sûdê bigihînin vê pêvajoyê.` Wî jî got,`ew ji vê yekê gelek kêfxweş bûye û spasiya min kir. He rwiha got, `di vê mijarê de piştevaniya kesên rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl gelekî girîng e`
Civîn di atmosfereke çawa de derbas bû? Helwesta Bahçelî li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê çawa bû?
Civîn di atmosfereke erênî de derbas bû. Devlet Bahçelî got, `ev yek ji bo pêkhatina biratiya Kurd û Tirkan û lihevkirina li ser zemîneyeke hevbeş derfetek dîrokî ye. Ez jî piştre derbarê vê civînê de bi Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê (Ayşegul Dogan) û piştî wê jî bi Ahmet Turk re axivîm. Wan jî bi erênî pêşwazî kir.
Baş e DEM Partî ji civîna we agahdar bû. Gelo DEM Partiyê peyamek da we ji bo ku hûn bigihînin Bahçelî, yan jî Bahçelî bi rêya we peyamek neşand ji DEM Partiyê re?
Belê hebû. Çi Bakirhan, çi jî Ayşegûl Doganê gotin ku hevdîtinên wiha gelek girîng in. Wan gotin ku ew wekî partî derbarê banga Bahçelî ya bo Ocalan de amade ne piştevaniyê bikin. Min jî hem ev helwêsta DEM Partiyê ya li ser vê mijarê bi birêz Bahçelî re par ve kir û piştre jî min derbarê civîna xwe ya bi Bahçelî de jî zanyarî dan DEM Partiyê û birêz Ahmet Tûrk. Wate bi giştî diyalogeke gelek erênî bû. Me tekezî li ser wê yekê kir ku berdewamiya vê diyalogê ji bo pêkanîna demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Li aliyekî pêvajo hîn berdewam e lê bi rastî birêz Bahçelî di civîna grûba partiya xwe ya îro de jî careke din diyar kir ku divê AK Partî di vê mijarê de helwêsteke zelal nîşan bide û divê ev bangawazî ji aliyê AK Partiyê ve were kirin.
Di demekê de ku di pêvajoyên serdema berê de MHP di mijara Pirsa Kurd de gelek tund bû. MHP aniha behsa azadkirina Ocalan jî dike, çima AK Partî tevî banga Bahçelî û amadebûna wî bo pêvajoyeke çareseriyê pêngavan navêje? Jixwe piştî banga Devlet Bahçelî ya bo Ocalan bi taybetî opozîsyonê û hinek alî behsa wê yekê dikin ku li ser pêvajoya çareseriyê di navbera AK Partî û MHPyê de nakokî hene. Gelo ev yek rast e?
Ev ne nerast in. Ez di wê bawerê de me di navbera wan de (AK Partî û MHP) hevahengiyek heye. Herdû aliyan jî gotin ku di navbera Hevpeymaniya Cumhur de ti pirsgirêk nîn in. Jixwe diyar e ku li pişt vê mijarê eqlekê dewletê jî heye. Ez di wê bawerê de me Erdogan jî dê di demek nêzîk de li ser vê mijarê pêngavên beribiçav biavêje û hevdtîna ligel Ocalan dê bi awayekê bê kirin. Ez ne bawer im ku di vê mijarê de pirsgirêkek derkeve.
Devlet Bahçelî di daxuyaniyên xwe de hemû pêvajoyê bi danîna çekan a PKKyê ve girêdide û bi taybetî dibêje bila PKK xwe hilweşîne û endamên wê xwe radestî Tirkiyeyê bikin. Gelo bi dîtina we tiştekî wiha mimkûn e, PKK amade ye vê yekê bike?
Di pêvajoya çareseriyê de li şûna ku PKK xwe hilweşîne, veguherîna wê bo tiştekî din xala bingehîn bû. Li Rojhilata Navîn jî li şûna ku rêxistin xwe hilweşînin an jî çekan deynin, vegûherîna wan ji bo tiştek din bi dîtina min dê perspektîfeke baştir be.
Di demekê de ku behsa pêvajoyeke çareseriyê tê kirin lê li aliyê din li Bakurê Kurdistanê qeyûm li ser şaredariyan tên danîn. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Belê ji ber vê yekê jî ev pêvajo pêvajoyeke zehmet e û gelek nişîv û hevrazên wê hene. Bi ti awayî tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin. Ji xwe ji ber ku qeyûm nemînin, divê pêvajoya asayîbûn û aştiyê hebe. Pêwîstî bi guhertina destûrî heye ku komar pê were xelatkirin. Mixabin ev siyaseta qeyûman jiyanê asan nake û berovajî wê zehmettir dike. Ev berî niha jî hatin ceribandin û ne mimkun e bi vê yekê bigihin cihekî. Hinek alî jî dibêjin hûn çima li gel aliyên xwediyên van polîtikayên nijadperest diaxivin. Ez ji bo wan jî dibêjim ji ber ku ew xwedî perspektîfeke wiha ne divê em li gel wan biaxivin da ku bê dîtin ti dawiyeke van polîtîkayan nîne.
Gelo di civîna we de hevdîtineke Bahçelî ya bi Ahmet Turk an jî DEM Partiyê hat rojevê an na?
Ji ber ku civîneke nîv demjimêr bû, rojeva min tenê li ser banga Bahçelî ya derbarê hevdtîna DEM Partiyê ya bi Ocalan re bû. Em tenê li ser vê axivîn. Em li ser çarçove û zemîneta diyalogê axivîn. Em derbarê mijarên din û naveroka wan de neaxivîn. Helbet hêviya hevdtînekê kir û ev jî mijarên gelek girîng in. Helbet dikarin di pêvajoya li pêşiya me de bicivin.
Cenabê we piştî civîna bi Bahçelî re got, `bi qasî ku ez dibînim ji bo naskirina mafê zimanê dayikê di destûrê de û efûyeke giştî amadehiyên dewletê hene.`Serokwekîlê Grûba AK Partiyê Abdullah Guler ji diyar kir ku ji bo destûra nû ne naskirina mafê zimanê dayikê ne jî efûyeke giştî an jî qismî di rojeva wan deye. Gelo eger hikumet ne amade be mafekî rewa û mirovî yê wekî mafê zimanê dayikê jî bide Kurdan plana wê ya bo çareseriyê çi ye?
Wê demê hinek tişt hatin tevlîhevkirin. Ew zanyariyên ku min derbarê civîna xwe û Bahçelî de dane cûda bûn. Piştre pirseke rojnamevanan hebû û nerîn û bendewariyên min ên li ser pêvajoyê pirsîn ev jî tiştekî cûda ye. Dema ez dibêjim amadekariyek cidî ya dewletê heye, bi rastî derbarê hevdîtina bi Îmaraliyê re amadehiyên cidî heye. Wekî bendawarî û hêviyên xwe jî min re got, `divê hinek guherînên destûrî bên kirin, mafê zimanê dayikê bê dayîn û efûyek bê derxistin.`Min ev yek wekî perspektîfa xwe got. Ji xwe tişta ku em jê re dibêjin “Mafê Hêviyê” ne tenê li ser kesekî ye û mafekî anonîm e. Wate min got `nirxandina van hemûyan dê bibe pêşhateke erênî.` Min nêrînên xwe yên şexsî gotin. Jixwe di nava pêvajoyê de dê rûnên û li ser van hemûyan biaxivin. Wate eger AK Partiyê di vê mijarê de amadekariyek nebe, ev yek ji bo wê wekî pêşniyara amadekariyekê bû .
Birêz Ufuk dixwazim vê yekê jî bipirsim derbarê pêvajoya çareseriyê de gelek tişt tên gotin lê ji bilî daxuyaniyên Serokê MHPyê heta niha ji aliyê hikumetê ve ti pêngavek nehatiye avêtin û DEM Partî jî bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bixwe dike ku ew jî însiyatîfî bistîne.Gelo bi rastî em dikarin ji bo vê yekê bibêjin pêvajoyeke çareseriyê ye?
Divê em vê yekê ji pêvajoyekê zêdetir wekî rewşekê binirxînin. Encûmena Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û Hevserokên wê jî di nav de avêtina pêngavekî wiha û diyalogê bixwe jî gelek bi qîmet dibînin. Di pêvajoya pêşiya me de dê binê vê yekê çawa bê dagirtin. Ev yek bi temamî bi muzakereyên dûalî çêdibe. Ji ber ku ev ne meseleyeke îro û sibê ye. Bi rastî dema em li rastiya Rojhilata Navîn jî dinêrin, asayîbûna pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê û gelek tiştên din, projeyeke piralî û berfireh e. Dê Rûsya û Amerîka li ku dera vê pêvajoyê bin, divê derbarê van hemûyan model bên çêkirin. Em behsa gavên destpêkê yên vê yekê dikin.