Mesrûr Barzanî: Ez hêvî dikim ku em sûdê MEPSê bibînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di heqê MEPS2024ê got, “Ez hêvî dikim biryardêran li Îraq û Herêma Kurdistanê sûdê ji vê forumê bibînin.”

22.11.2024, Cum - 13:58

Mesrûr Barzanî: Ez hêvî dikim ku em sûdê MEPSê bibînin
Nuçe Belav bike

Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li Dihokê tê lidarxistin.

Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya MEPS2024ê da û got:

“Ez hêvî dikim biryardêran li Îraq û Herêma Kurdistanê sûdê ji vê forumê bibînin.

Ez hêvî dikim encamên vê forumê di xizmeta hemî Îraqê de bin, em jî karibin feydeyê jê wergirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Rojhilata Navîn alozî û tevlîhevî hene lê dîsa jî hilbijartinên Herêma Kurdistanê di atmosfereke arama de hatine kirin û got:

“Ji ber ku hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî biserketî hatin kirin, ez spasî û destxweşiyê li gelê Kurdistanê dikim.”

Mesrûr Barzanî daxuyand ev cara 5an ku MEPS li Dihokê tê kirin û anî zimên:

“Ez destxweşiyê li endamên sazkirina vê forumê dikim û ez hêvî dikim em vê forumê bidomînin û karibin sal bi sal baştir bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 63 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x