Em êrîşa bi mûşekan ya li ser Hewlêrê pêk hatîye bi tundî rûreş dikin

Şeva 15.02.2021ê bi Mûşekan êrîşeke terorî li  ser paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê)başûrê Kurdistanê) hate li dar xistin.

16.02.2021, Sal - 08:34

Em êrîşa bi mûşekan ya li ser Hewlêrê pêk hatîye bi tundî rûreş dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî lêkolînên hêzên ewlekarîyê yên Herêma Kurdistanê, di vê êrîşî de 14 mûşek hatine avêtin. Ku, piranîya wan li derûdora Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Konsolxaneya DYA û 2 ji wana jî li deverên sivîl ketine. Di encama vê êrîşî de kesekî canê xwe ji dest daye, 5 kes jî birîndarin.

Ev êrîş, êrîşeke plankirîyê ku ji alîyê dijminên gelê me û welatê me ve hatîye pêkhanîn. Belê, em van dijminên gel û welatê xwe dinasin. Û em ji wana re dibêjin; bi van êrîşên xwe yên terorîstî hûnê nikaribin bigihêjin armancên xwe yên qirêj.

Em ji malbat û kesûkarên hemwelatîyê xwe yê ku di vê êrîşîde canê xwe ji dest daye serxweşîyê dixwazin. Ji bo birîndaran re jî şifayê xêrê dixwazin.

Em bi hemî awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê ne.

Dubare em êrîşkerên terorîst û piştgirên wan rûreş dikin.

Û em dibêjin; hemî êrîş û ev cûre êrîşên we yên terorîstî, yekitî û hişmendîya me ya neteweyî, niştimanî bi hêztir dike.

16.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 748 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x