Di heman rojê de Dewleta Tirk li dijî Qempa Koçberan a Mexmûrê ku ew di bin venêrîna NY (Neteweyên Yekbûyî) de ye êrîşek ezmanî pêk anî. Di vê êrîşa li dijî sivîlan de rêgezên huqûqî yên navnetewî hatine binpêkirin. Em vê êrîşê jî şermezar dikin û ji malbatên sê kesên medenî re sersaxiyê û ji birîndaran re selametiyê dixwazin.
Bangawaziya me derheqa êrîşa li dijî pêşmergeyan de ev e: Divê ev êrîş ji aliyê komisyoneka lêpirsînê ku ji nûnerên hemî partiyên li Parlamentoya Kurdistanê pêkhatî be were lêkolînkirin, zelalkirin û bi raya giştî re were parvekirin. Lewra PKK dibêje "me nekiriye."
Statuya Federalî ya bi bedêlên buha ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) ve hatiye bidestxistin, tenê ne sengereka gelê me yê Başûr e, herwiha kozikeka girîng a gelê me yê çar parçeyan e jî. Em hemî divê bi hişmendî û hestiyariya parastina vê sengerê tevbigerin. Ji bo xwedîderketina vê destkeftinê, em banga xwe digihînin hemî Kurdistaniyan. Hişyariya ku beriya niha gelek caran me ragihandibû, em dubare dikin: PKK divê mafên serweriya qada leşkerî, siyasî û rêveberî ya li ser bingeha Pêşmerge, Parlamento, Hikûmat û Serokayetiya RHKê nas bike.
Em dixwazin balê dikşînin ser metirsiyeka esasî: Hereşeya li dijî statuya RHK û Rojavaya Xweser ji mêj ve ye ji merheleya vegotinê derketiye, gihîştiye asta kiryarî ya dagirkirina her du beşan. Tirkiye bi saziyên xwe yên aborî, perwerdehî, rêveberî û leşkerî ve bi awayek mayinde li du beşên Kurdistanê bi cih dibe. Eşkere ye ku hebûna PKKê, bo êrîşa dewleta Tirk a li RHK û bo dagirkirinek mayinde tenê hincet e. Çewa ku di mêjoya 16ê Cotmehê de (2017) Kerkûk û hin bajarokên din hatin dagirkirin, ger PKK tune be jî, ew dê sedemek din bibîne. Em bangî PKKê û partiya desthilat a RHK dikin ku vê rastiyê bigrin berçavan û li wê gorê pengavan bavêjin. Em bang li Hikûmata RHK û partiyên wir ên siyasî dikin, bila li dijî polîtîkayên dagirkeriya Tirkîyê dengên xwe bilind bikin.
Êrîşa ku li Metîna pêk hat, ne tenê bi kuştina 5 pêşmergeyan encameke xeternak derxistiye holê, herwiha rakêşiya nava siyaseta Kurdan jî gihandiye asteke bilind. Tirkiyeya ku xwe li ber Brakujiya nava Kurdan telandiye û tewer vê yekê disîqilîne, kêfa rejîmên mêtingehkar wekî ya Îranê aniye. Ji bo ku planên wiha yên mêtingehkar têk biçin, di serî de Parlamentoya Herêma Kurdistanê û partiyên wan ên siyasî, hemî hêzên Kurdistanî; divê rakêşî û pevçûna nava gerîlayên PKKyî û Pêşmergeyan bigrin dest û çareseriyên hevbeş biafirînin. Lewra niha dem dema hevkarî û yekitiya nava Kurdan e. Dema tevgergirtina hevbeş a li dijî dagirkirin û êrîşên rejîmên mêtingehkar ên li hemberî her du parçeyên Kurdistanê ye ku ew xwedî statu ne.
Niha, dem dema hevparîbûn, nêzîkbûn, bi diyalogê çareserkirina arîşeyên navxweyî yên navbeyna RHK, Rojavaya Xweser û hemî siyaseta Kurdan e. Ji bo parastina destkeftiyên RHK û Rojavaya Xweser, berî her tiştî dema hevkariyê ye.
06.06.2021
PARTIYA KOMUNÎST A KURDISTANÊ – KKP