Encûmena Asayîşê: PKKyê li Zaxoyê otomobîla Mihemed Mîrza teqand

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, li Zaxoyê şewitîna otomobîla Mihemed Mîrza ji ber teqîna bombeyekê bûye û got, “Bûyer terorîstî bû û yên ku kirin ji aliyê PKKyê ve hatibûn şandin.”

29.07.2023, Cts - 08:45

Encûmena Asayîşê: PKKyê li Zaxoyê otomobîla Mihemed Mîrza teqand
Nuçe Belav bike

Êvara 23ê Tîrmeha 2023yan li ser cadeyeke Zaxoyê agir bi otomobîlekê ketibû û otomobîl bi tevahî şewitîbû.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê ragihandibû ku otomobîl a efserê xanenişîn Mihemed Mîrza bûye.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Êvara roja 23ê Tîrmehê, efserekî kedkar Mihemed Mîrza, li bajarê Zaxoyê di encama êrişeke terorîstî ya ku bi bombeyekê hate kirin de mixabin şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî lêkolînan delîlên pêwîst li ser kes û koma terorîst a ev kiryara terorî pêk aniye berdest in ku ji aliyê PKKyê ve hatine şandin.”

“Bombek bi otomobîla wî ve kirine”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de her wiha behsa hûrgiliyên teqînê jî kir û got:

“Tohmetbaran sibeha 23ê Tîrmehê bi otomobîleke plakeya sexte derbasî bajarê Zaxoyê bûne û çavdêriya mala efserê xanenişîn Mihemed Mîrza kirine.

Demjimêr 04.00ê sibehê bombek bi otomobîla wî ve kirine û di demjimêr 19.49an de li kolaneke giştî ya Zaxoyê bombe ji dûr ve bi kumandayekê teqandiye.”

“PKKyê plana kuştina efserên dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê daniye”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman, “Zanyariyên tam di destê me de hebûn serkirdayetiya PKKyê plan daniye ku hejmarek efserên dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê û hêzên serbazî bike armanc.

Ji bo pêkanîna planê, çend yekîneyên xwe erkdar kiribû û di çêkirin û danîna bombeyan de perwerde dabûne wan û hewla derbasbûna nav Herêma Kurdistanê dane.”

Tevî daxuyaniyê vîdeoyek jî hat weşandin ku tê de kesek bombeyekê bi otomobîla Mihemed Mîrza ve dike.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, berpirsên wê teqînê her li ku bin dê berdêla wê bidin û wan ji bo vê yekê tedbîr standine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x