Geştên asmanî li firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê dikin

Li gor daxuyaniya wê komîteyê, qedexeya nû ya hatinûçûnê ji demjimêr ji 21.30 dest pê dike û heta 06.00 berdewam dibe û mall (navendên danûstandinê) jî bi rênimayên tendirustî dê bên vekirin.

17.07.2020, Cum - 04:32

Geştên asmanî li firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Iraqê ragihand ku piştî Cejna Qurbanê qedexeya hatinûçûnê dê bê rakirin û roja 23ê Tîrmehê jî firokexane dê bên vekirin. Wezareta Guhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand, destpêkirina geştan Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin.

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Iraqê, hejmareke biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê û rênimayên nû bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê der kirin.

Li gor daxuyaniya wê komîteyê, qedexeya nû ya hatinûçûnê ji demjimêr ji 21.30 dest pê dike û heta 06.00 berdewam dibe û mall (navendên danûstandinê) jî bi rênimayên tendirustî dê bên vekirin.

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê aşkere dike ji roja 23ê Tîrmehê ve, firokexane û deriyên sînorî yên Sefwan û Şîb bo alogoriya bazirganî dê bên vekirin.

Wezareta Guhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir, vekirina firokexaneyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gor merc û rênimayên xweparastin û tendirustiyê dibin ku ev jî ji bo parastina hemwelatiyan û geştyaran e.

Di naverasta meha Adara îsal de, ji ber belavbûna vîrusa koronayê, Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê, biryara ragirtina geştên asmanî dabû.

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Iraqê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî kir ku helmetên xwe bo hişyarkirin û pabendbûna hemwelatiyan bi rênimayên xweparastinê zêdetir bikin.

Ev di demekê de ye, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê pişkinîna koronayê bo 744 hezar û 847 kesan hatiye kirin û 86 hezar û 148 kes encama pişkinîna wan pozîtîv bûye. Ji wê hejmarê jî 54 hezar û 316 tûşbûyên koronayê baş bûne û 3 hezar û 522 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x