Goran: Bila PDK beyanameya Barzanî bike proje

Endamekî Cıvata Niştimanî yê Tevgera Goran diyar kir ku Goran ji bo çareseriya pirsgirêka siyasî ya Herêma Kurdistanê ji Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) xwestiye ku beyanameya Mesûd Barzanî bikin proje û bidin aliyên siyasî.

01.01.2017, Paz - 14:18

Goran: Bila PDK beyanameya Barzanî bike proje
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Tora Medya ya Rûdawê Endamê Cıvata Niştimanî ya Tevgera Goranê Karwan Haşim diyar kir ku Goranê ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji PDKê daxwaz kiriye ku beyanameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek projeyê amade bikin û bidin aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Endamê Goranê Haşim ev tişt gotin: "Em ji şanda PDKê dipên ku beyanameya Barzanî bikin proje û bidin aliyên siyasî yên Kurdistanê. Niha top li ber destê PDKê ye û divê pêngavên çalak biavêjin. Aliyên din jî nêrîna xwe ji PDKê diyar kirine."

Karwan Haşim anî ziman ku di çarçoveya bangewaziya Barzanî de guhertina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê weke pêngaveke pêwîst tê dîtin.

Wî endamê Tevgera Goranê di derbarê mijara hevgirtin a Tevgera Goran û YNKê de jî got; "Berpirsên YNKê yên behsa hevgirtinê dikin, bila destpêkê xalên rêkeftinê bi cih bînin. Di rêkeftinê de jî hatiye eşkere kirin ku alî dikarin heta astekî hevbigrin."

PDKê di çarçoveya peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, bi armanca çareserkirina qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê di 28ê Mijdara 2016an de ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest bi hevdîtinan kiribû. Şanda PDKê di 19ê Berfanbarê de jî li Silêmaniyê bi şanda Tevgera Goranê civiyabû.



Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2049 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:24:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x