Berpirsekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê wenda dibe û Nûnerê HDPê jî dibêje: “Me daxwaz kiriye bi rêya kamereya çavdêriyê çarenivîsa wî were zanîn, lê heta niha bersiva me nedane.”
Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Herêma Kurdistanê Abid Îke ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Serokê Berê yê Şaxa Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê Alî Kayar ji 15ê Temûzê ve li sînorê Silêmaniyê wenda bûye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Abid Îke got: “Alî Kayar çend salan li Hewlêrê jiya ye, piştre bo karkirinê çûye Silêmaniyê û niha wenda ye.”
Derbarê hewldanên dîtina wî de jî, Îke got: “Me binkeyên polîs û asayîşa Silêmaniyê agahdar kirine û me daxwaz ji wan kiriye bi rêya kamereya çavdêriyê çarenivîsa wî were eşkere kirin, lê heta niha bersiva me nehatiye dayîn.”
Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî têkildarî mijarê ji Rûdawê re da zanîn ku pêwîst e Nûnerê HDPê bi fermî dozê tomar bike, wê demê ew jî bi fermî dest bi lêkolîn û şopandinê dikin.