Hikûmeta Kurdistanê: Divê PKK û Tirkiye şerê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê

Fermandarê Lîwaya Duyem a Zêrevanên Sînor ên Navçeya Yekem Mihemed Reşîd Silêman û Fermandarê Fewca Sêyem ya ser bi Lîwaya Duyem Emîd Zubêr Halî canê xwe ji dest dan.

11.08.2020, Sal - 16:41

Hikûmeta Kurdistanê: Divê PKK û Tirkiye şerê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro piştî ku firokeyên Tirkiyê li devera Sîdekanê pasevanên sînorî yên ser bi artêşa Iraqê ve kirin armanca, nerazbîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkiyê şerê xwe ji nav ava Herêma Kurdistanê bibin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên Iraqê û PKKê ku ji bo razîkirina PKKê ji herêma derbikeve û ziyana firokeyên Tirkiyê negihe xelkê deverê bûye, nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, îro Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve dema li devera sînor mijûlî dûrxistina êrişên ji nav herêmê dibû, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin û du fermande şehîd dibin.

Fermandarê Lîwaya Duyem a Zêrevanên Sînor ên Navçeya Yekem Mihemed Reşîd Silêman û Fermandarê Fewca Sêyem ya ser bi Lîwaya Duyem Emîd Zubêr Halî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Pêwîst e PKK û Tirkiye milmilane û şerê xwe bibin derveyî xaka Herêma Kurdistanê û xelkê me nebin qurbaniya şer.”

Di hemana demê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê amaje dike ku bila xelkê herêmêê piştrast be ku ji Hikûmeta Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo dûrxistina ew şer û pevçûnên li deverên sînorî dibin.

Firokeyên Tirkiyê li devera Seyd Kan dan û pasevanên sînorî li gel hejmarek gerîlayên PKK kirin armanc, du Emîdên Kurd di hêzên pasevanên Îraqê de û fermandarekî PKK jiyana xwe ji dest dan, herweha du serbazên din jî birîndar bûn, bi gotina rayedarên Iraqê ku ew kombûn da ku hêzên Iraqê, PKK razî bikin ji wê deverê derkevin û ziyana firokeyên Tirkiyê negihe xelkê deverê.

Bi gotina rayedaran îro Hêzên Pasevaniya sînor a Iraqê xwestiye bi gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, di dema civînê de jî, firokeyên bêf irokevan ên Tirkiyê bombebaran kirine du fermandeyên Kurd di nav Hêzên Pasevanên Iraqê de û fermandarekî PKKê jiyana xwe ji dest dan.


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 651 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x