İsmail Beşikçi: Rexneya Ofra Bengioyê li Rêvebirên Kurdan

Hîndekara Zanîngeha Tel Avîvê, Prof. Dr. Ofra Bengioyê, nivîsarek li qelemê da ku tê de rêvebiriya Kurdan ya li Iraq û Sûriyeyê rexne dike. Sernivîsa nivîsarê, ‘Kürtler ve İran-Irak Savaşı: Dersler Alındı mı?’[1] ye. Ji bo nivîsa navborî, bnr: (3.12.2020, Besacenter.org, Timeturk.com)

22.01.2021, Cum - 03:21

İsmail Beşikçi: Rexneya Ofra Bengioyê li Rêvebirên Kurdan
Nuçe Belav bike

Prof. Ofra Bengio, di vê nivîsara xwe de diyar dike ku sedema esasî ya şerê Sedam Husên bi Îranê re ew bû ku Iraqê dixwest sînorên xwe befirehtir bike. Dîroka Peymana Cezayirê, 6ê Adara 1975an e, ku di navbera Iraq û Îranê de hatiye girêdan. Di vê dîrokê de, tişta ji bo Sedam Husên girîng ew bû ku wî dixwest rê li ber serîhildana Kurdan bigire. Ji lewre jî neçar mabû wan mafên Iraqê radestî Îranê bike yên ku li Rêya Avê ya Şetul Erebê cih digirtin. Lê dema Sedam Husên hest pê dike ku Iraq li hemberî Îranê bihêztir e, ew mafên Iraqê yên li Rêya Avê ya Şetul Erebê ji nû ve distîne.

Prof. Ofra Bengio, balê dibe ser wê yekê ku dîroka 6ê Adara 1975an, di heman demê de her ew roj e ku Sedam Husên biryarê werdigire ku bi Îranê re şerî bike.

Salên 1980yî… Ew dem in, ku êdî Sedam Husên hest pê dike ku ew û Iraq li hemberî Îranê bihêz in. Bi van hest û fikran, Iraq di Payîza 1980yî de, li hemberî Îranê şerî dide destpêkirin. Baweriyeke pirr xurt bi Sedam Husên re heye ku ew ê Îranê têk bibe.

Şerê Iraq û Îranê di navbera her du aliyan de, heta 1988an bi hevsengiyê berdewam kir. Di vî şerî de rêvebirên Kurdan, bûn alîgirên Îranê. Piştgiriya Îranê kirin. Prof. Ofra Bengio, balê dibe ser wê yekê ku ew hilbijartineke xelet bû. Her weha vê jî lê zêde dike ku Kurdan ji van demajoyan ders wernegirtiye.

16ê Adara 1988an… Sedam Husên, li Helebçeyê li hemberî Kurdan gaza kîmyewî bi kar anî. Bi qasî 6000an Kurd di bêhnekê de xeniqîn, bi deh hezaran Kurd jî birîndar û seqet man. Anegorî Prof. Ofra Bengioyê, vê rewşê Xumeynî gelekî tirsandiye. Xumeynî ketiye fikaran ku Sedam Husên dikare van çekan li hemberî Îranê jî bi kar bîne. Ji ber ku Xumeynî wisa fikiriye ku li hemberî gazên jehrî, ew ne xwediyê alavên parastinê ne; di Payîza 1988an de wî agirbest qebûl kiriye ku heta hingê xwe nedida ber.

Prof. Ofra Bengio, dibêje ku bi piştgirîkirina Îranê ya di şerî de, rêvebiriya Kurdan tifaqeke xelet çêkiriye û ji wan rojan şûnde jî ew dersa hewce wernegertiye ji tiştên ku pêk hatine. Ez ê hewil bidim ku di vê nivîsarê de dîtinên xwe yên derbarê van ramanên Prof. Ofra Bengioyê de diyar bikim.

Dema ku Kurd û Kurdistan, di çarçoweya têkiliyên navneteweyî de bêne nirxandin, girîngtirîn mijara balkêş ya ku divê bê xuyakirin, rewşa Kurd û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û parvekirî ye. Ev, demajoyeke wilo ye ku di têkiliyên Kurdan yên navneteweyî de qada wan a manewrayê teng dike, hetta ti qedr û qîmetekê jî jê re nahêle.

Kurdistan, di sala 1639an de, di navbera împaratoriya Safewî ya Îranê û împaratoriya Osmanî de, li dudoyan hatiye dabeşkirin. Parçeyê Kurdistanê yê li Osmaniyan jî, bi polîtîkayên Ingilîz û Frensewiyan, di salên 1920î de, di Cemiyeta Miletan de li sisêyan hatiye dabeşkirin. Ingîltere (Iraq), Frensa (Sûriye) û Tirkiye.

Ev demajo, di salên 1920î de, di dema Cemiyeta Miletan de ji aliyê Ingîltere, Frensayê, ku emperyalên serdemê bûn, û Tirk, Ereb û Farisan ve, bi hevkarî û yekhêziyê pêk hatiye. Mimkun e bê gotin ku Yekîtiya Sovyetê jî halan di vê demajoyê de daye û piştgirî lê kiriye. Karîgeriyeke wilo ya Peymana Bazirganiyê ya di navbera Ingilîz û Sovyetê de jî heye, ku di 16ê Adara 1921ê de hatiye girêdan. (x)

***

Kurdan, dema ku di rêya têkoşîna xwe ya rizgariya neteweyî de, ji dewletekê alîkariyeke siyasî, dîplomatîk, çekdarî û hwd. xwestiye, ew her tim bi neyînî hatine bersivandin yan jî tew nehatine bersivandin jî. Di vê demajoyê de hesabê dewletên têkildar ev e: Eger em rabin daxwazên van Kurdan bi erênî bibersivînin, em ê di vê rêyê de Kurdên li parçeyên din jî tevbilivînin. Ev jî dê ne bi tenê navbera me û wê dewletê nexweş bike ku pêgira dewleteke mezin e, belku dê bibe sedem ku navbera me û Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê jî xera bibe.

Kurd, timî rastî bersivine neyînî yên bi vî rengî hatine, ji her dewletên ku wan ji bo alîkariyê serî lê daye; eger ev dewlet DYA be, yan jî Sovyet/Rûsya, Ingîltere, Frensa û Almanya be. Ev yek jî bi tenê nabe sedem ku di têkiliyên navneteweyî de, qada Kurdan ya manewrayê teng bibe, her wiha ti qedr û qîmetekî jî jê re nahêle. Bnr: (James Jeffrey: ABD'nin Bağımsız bir Kürt devletinin desteklememesinin nedeni)

Sefîrê berê yê Tirkiyeyê li DYAyê û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê, James Jeffret, li ser piştgirînedayîna DYAyê ya dewleteke serbixwe ya Kurdî, got: “Dê bandora serxwebûna Başûr-Rojhilata li Tirkiyeyê; Bakurê Iraqê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê giran bin.” (nerinaazad, 9.12.2020)

Ji aliyê din ve, dema ku Kurd, li hemberî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê têdikoşin, dewletên din bi çendîn rêbazan dijberiya Kurdan dikin.

Di vê demajoyê de, tevî dewleta Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, hêzên wekî DYA û Yekîtiya Sovyetê/Rûsya, Ingîltere, Frensa û Almanya jî di wê bereyê de cih digirin ku dijbera Kurdan e… Hetanî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979an, Îran û Tirkiye, DYA, Iraq, Suriye û Yekîtiya Sovyetê di çarçoweya polîtîkayên xwe de xebat kirine. Piştî salên 1990î jî DYA û Rûsyayê, polîtîkayên xwe yên dij-Kurd berdewam kirine.

Di roja me de jî, serqise têkiliyên Rûsyayê yên bi Kurdan re, ji bo wê armancê ne ku Kurdan ji DYAyê dûr bixe. Têkiliyên DYAyê yên bi Kurdan re jî berevajî vê yekê ne. Binêre: (Çetin Çeko, Rusya’nın Kürt Kartı, Kimin Lehine Kimin Aleyhine? Deng, Berfanbar, 2020, Hejmara 120, hw. bnr. nerinaazad, 8.12.2020)

Dema ku em li Rojhilata Naverast, tevgera Erebên Filistînî didin ber têkoşîna Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê, ev rewş bi tundî aşkere dibe. Li Rojhilata Naverast, Erebên Filistînî bi tenê neyarek heye: Israîl. Lê, 22 dewletên ku pêgirên Yekîtiya Ereban e, bi çendîn awayan neyarên Israîlê ne. Ji bilî wan, 57 dewletên ku pêgirên Konferansa Îslamê ne jî li hemberî Israîlê, bi piştgiriya Erebên Filistînî radibin. Ev dewlet tevde, alîkariya Filistînê ya maddî, manewî, siyasî, dîplomatîk, çekdarî û û hwd. dikin.

Ev yek tê wê maneyê ku Erebên Filistînî ligel hêzên xwe yên dost têdikoşin. Gava mirov bibêje hêzên wan yên dost, ne bi tenê Sûriye; Libnan, Urdin, Erebistana Siûdî û Misir, divê mirov navê wan dewletên din jî hilde ku pêgirên Yekîtiya Ereban û Konferansa Îslamê ne. Ji bilî van, divê mirov dewletên wekî DYA, Yekîtiya Sovyetê/Rûsya û Ingîltere, Frensa û Almanyayê jî di vê çarçoweyê de binirxîne.

Ev rewş, ji bo Kurdan berevajî vê yekê ye. Kurd hîn ji salên 1960î ve, hetta ji salên 1920î, 1930 û 40î ve, di nava hêzên neyar de têdikoşin. Dewletên wekî Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ew hêz in ku hemû dij-Kurd in. Hemû jî hewil didin ku Kurdan têk bibin. Dabeşbûn, perçebûn û parvebûna Kurdistanê kiriye ku Kurd bêdost bimînin û hejmara neyarên wan jî zêde kiriye. Her weha mirov nikare bibêje ku dewletên wekî DYA, Yekîtiya Sovyetê/Rûsya, Almanya, Frensa û Ingîltereyê jî dostên Kurdan in. Di demajoya vê têkoşîna xwe de, gelekî eyan e ku Kurdan ji ti derê piştigiriyeke maddî-manewî, siyasî û dîplomatîk wernegirtiye.

***

Tê gotin ku di naverasta salên 1960î de, Israîlê alîkariyeke hindik daye pêşmergeyan. Ez derbarê vê mijarê de ne xwediyê zanyariyên zelal im. Ji ber ku ev têkilî ji aliyê Kurdan ve jî ji aliyê Israîlê ve jî nehatiye aşkerekirin.

Tê gotin ku ev alîkarî, di rêya Îranê re hatiye kirin. Ev jî lê tê zêdekirin ku li ser vê miijarê, di navbera rêvebiriya Israîlê û Şah Mihemed Rizayê Pehlewî de peymanek jî hatiye girêdan. Ji hinek pirtûkan min xwendî, çend notan bala min kêşa ku derbarê vê têkiliyê de bûn. Alîkarî di rêya Îranê re hatiye kirin, lê Şah Riza Pehlewî ev alîkarî bi selametî negihandiye pêşmergeyan. Eger alîkarî deh hezar bûye, wî dest daniye ser şeş an jî hetf hezarê wê û bi tenê jê sê an jî çar hezar gihandiye pêşmergeyan. Binêre: (Cevat Eroğlu, İsrail’in Beka Stratejisi ve Kürtler, Weşanên Sayfayê, Berfanbar, 2003, rpl.85-86)

Di vê mijarê de nêrîna Îranê, ya Şah Riza Pehlewî, ev e: Bila Kurd rêvebiriya Iraqê, Sedam Husên aciz bikin, bes bila ti carî bi ser jî nekevin. Mele Mistefa Barzanî û Kurd, hay ji vê demajoyê hene. Lê kêm be jî hewil didin ku sûdê ji vê têkiliyê wergirin.

Israîl di 1948an de hat avakirin. Ji dema ku Israîl ava bûye, Erebî ew ziman e ku ji aliyê rêvebiriya Israîlê ve tê naskirin. Mirov dikare bibêje ku Erebî jî tevî Ibrî zimanê fermî ye. Di meclîsa Israîlê de, di Knessetê de Ereb, wekî Ereb cih digirin. Têkoşîna Kurdan ya li Başûrê Kurdistanê ku ji serê salên 1960î ve dest pê kiriye, bi awayekî ji awayan têkoşîna bidestxistina ziman û çanda Kurdî ye jî. Derbarê van mijaran de, bnr: (Çetin Çeko, İbrani Barış Anlaşması ve Kürdistan’a Etkisi, nerinaazad, 28ê Berfanbarê, 2020)

Daneberheva me ya Kurdan û Kurdistanê, bi mêtingehên Afrîkayê jî xwedan karîgeriyeke wilo ye ku zanyariyên me bi pêş ve dibe û dewlemend dike. Gava ev daneberhev bê kirin, divê mirov lê wê mijarê miqate be bê ka sînorên welatan çawa têne xêzkirin.

Di demajoyeke siyasî de yan jî ya şerî de, mimkun e ku bêne rexnekirin ew tifaqên ku Kurd çêdikin. Lê rexneyeke girîngtir, divê di vê mijarê de li Kurdan bê kirin: Li gel di jêr mercên giran de ne jî, çima Kurd bi hev re tevnagerin û nabin endamekî malbata neteweyên cîhanê. Referandûma Serxwebûnê ya 25 Îlona 2017an û tiştên ku di şeveqa 16ê Cotmeha 2017an de qewimîn, dê di dîroka Kurd û Kurdistanê de ti carî neyêne jibîrkirin.

(x) Divê neyê jibîrkirin ku parçeyekî Kurdistanê li Kafkasan e jî. Kurdistana di nav sînorên Îranê de, di çaryeka ewil ya sedsala 19an de, di pêvajoya şerên Rûs-Îranê de; bi Peymana Gulistanê ya di 1813an de û bi Peymana Turkmençayê ya di 1827-1828an de, di navbera Rûsya û Îranê de li dudoyan hatiye dabeşkirin. Kirûya Kurdistana Sor ya di navbera 1923-1927an de…

Îro roj gava ku li ser bûyerên Qerebaxê tê axaftin navê Kurdan nayê bibîranîn jî. Di belgeyên navneteweyî de navê Kurdan derbas jî nabe. Lê belê parekî girîng ji şêniyê wê herêmê Kurd bû, Kurdistan bû. Kurd; beriya Ermenan, Azeriyan û beriya Rûsan jî li wir bûn.

Di sedsala 7an ya beriya Îsa de, Medî li van deran serwer bûn. Di qirna navîn de, hikûmeta Kurd ya Rewadî û Şedadî li vir hatibûn avakirin. Pûşkîn (1799-1837), di 1829an de, di rêwitiya xwe ya Erziromê de vedigêre ku ew li Kafkasan, di gundine Kurdan re derbas bûye ku nêzî hev bûne û li pey hev bûne. Dê baş be ku pisporên têkiliyên navneteweyî, vê mijarê ji hev veçirînin. Dibe ku xwendina nivîsarên lêkoler Hejarê Şamil û yên lêkoler û gerok Îbrahîm Sediyanî, ku derheqê vê mijarê de ne, fikrekê bi meriv re çêkin.

Çend Not:

Ji bo nivîsa min a “Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde PKK-Haşdi Şabi İşbirliği ”yê êrîş û rexne hatin kirin. Derbarê van êrîş û rexneyan de ramanên min ev in:

Îro roj, di serî de li Almanyayê, li çendîn welatên Ewropayê koçberên Kurd dijîn. Exlebê van bi PKK/KCKê re di têkiliyê de ne. Qet nebe sempatîzan in. PKK, bi awayekî normal, li Almanya, Frensa, Holenda, Swêd û li welatên hwd. pabendî pergal û qanûnên wan welatan dimîne.

Li herêmên wekî Stenbol, Izmîr, Bûrsa, Edene û Mêrsinê jî koçberên Kurd dijîn. Her wekî yên li Ewropayê, exlebeyê van koçberan jî bi PKK/KCKê re di têkiliyê de ne. Li van deran jî, PKK/KCK, bi awayekî normal, pabendî qanûn û pergala dewleta Tirkan dimîne. Li Amed, Wan û Batmanê jî rewş bi vî awayî ye.

Lê, PKK/KCK pabendî wê pergalê namîne ku li Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî hatiye avakirin. Vê pergalê piçûk dibîne, dixe binê erdê, xwe li ser rêvebirina wê ferz dike. Ev, rewşek e ku xwe digihîne binyada derûnî ya mirovên mêtingehan û bi van reftar û bertekan re têkildar e. Gelên mêtingehan, pabendî hemû talimat û dîrektîfan dimînin ku ji derî wan tên û serî li ber ditewînin. Lê, gava ku hinek ji wan dest bi avakirina otorîteyekê dikin, wê piçûk dibînin, dixin binê erdê, hewil tê dayîn ku avakirina wê otorîteyê têk biçe. Ji ber ku, ji aliyê dewletên serwer ve wilo têne hînkirin.

Weha têne perwerdekirin ku hemû tiştên gel hoveber e; xwarin û vexwarin, lixwekirina cil û bergan, zimanê wî hoveber e û jiyana wî ya rojane di nav paşverûtiyê de dibihure. Tê kirpandin ku wekî gel nikare xwe bi rê ve bibe, ev tên hînkirin.

Ev têkilî, bi heman awayî li Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî diqewimin. Kurdistan, ne mêtingehek e jî, di vî biwarî de ev têkilî li Kurdistanê, bi şikilekî girantir pêk tên. Meriv dikare wan bûyeran di vî biwarî de ji hev veçirîne, ku di şeveqa 16ê Cotmeha 2017an de li Kerkûkê pêk hatin.

Cihê hişmekariyê ye ku ji wan kesên ku ez rexne kirim û êrîşî min kirin, ti kesî ji PKK/KCKê re îma nekir û negot: ‘Pergal, qaîde û qanûnên Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî hene, tu jî pabendî vê pergalê bimîne, êrîşî pêşmergeyan û buroyên PDKê meke; çawa ku tu pabendî pergal û qanûnên dewletên wekî Almanya, Frensa, Holenda û Tirkiyeyê dimînî, pabendî qanûn û pergala Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî jî bimîne…’

Di nivîsa min ya “Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde PKK-Haşdi Şabi İşbirliği”yê de, qala heşt çalakiyên êrîşkirinê yên PKK/KCKê hatibû kirin. Ji wan ên ku ez rexne kirim û êrîşî min kirin, ti kesî bala xwe nedayiyê û ev yek nebersivandiye. Gelo, ev yek nayê wê maneyê ku ew êrîşên PKK/KCKê yên li ser pêşmergeyan û PDKê qebûl dikin? Kirina van êrîşan, ya di wî wextî de hêjayî balkişandinê ye ku Mesûd Barzanî got, “Me şerê di navbera Kurdan de li xwe heram kir” û bi awayekî hişyar dilsozê vê prensîba xwe dimîne. Bnr: (Abid Gürses, Kardeş Kavgası mı Kobani Ruhu mu? nerinaazad, 17ê Berfanbarê, 2020)

Bêguman, divê di çareserkirina kêşeyên Kurdan yên navxweyî de, diyalog esas be. Ji bo vê, divê berê bê naskirin ku Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî, rêvebiriyeke meşrû ye. Di demajoya diyalogê de, rexneyên pêwîst helbet dikarin bên kirin.

Îro roj, artêşa Tirkan, di axa Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî de, li herêmên wê yên sînorî gelek baregeh çêkirine. Ji dêvla ku PKK/KCK, artêşa Tirkan ji wir dûr bigire, bi çendîn bahaneyan hewil dide ku artêş bê li wir bi cih bibe. Aşkere ye ku artêşa Tirkan ji bo Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî gefeke mezin e.

***

Em qala qanûn û qaîdeyên Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî dikin. Ev federasyonek e. Divê di hundirê sînorên vê federasyonê de, ew serbestî tune be ku meriv pê mêrkujiyê bike. Eger di hundirê vê federasyonê de kesek hatibe kuştin, divê ev federasyon; bi dezgehên xwe yên darizandinê, bi dadgeh, polîs, dozger, dadger û girtîgehên xwe ve dest di vê yeke de werde. Eger vê yeke neke, derbarê mêrkujiyê de reşbelekek, dosyayek û tiştên hwd. nîn bin, meriv dê nikaribe qala federasyoneke berra bike. Divê Rêveberiya Kurdistanê ya Herêmî, di wê rêyê de bi pêş ve biçe ku bibe federasyoneke berra…

***

Wekî însanekî, ez ê bi her kesayet, sazî partiyên siyasî re bim ku behsa Kurdistanê dikin û Kurdistana serbixwe dixwazin. Lê îşê min ji wan kesan çunîne ku radibin û dibêjin ‘Dewlet ji Kurdan re ne hewce ye…’ Ji ber ku ev ne nêrîna Kurdan, belku ya dewletan e. Ev yek, serkeftin û destkeftineke mezin ya dewletan e ku şiyane bi Kurdan bidine gotin. Hemû dewletên ku bi şirîkî Kurdan di bin destan de dihêlin, ji bo ku Kurdan û Kurdistana serbixwe berbend bikin, hemû bergiriyan werdigirin.

Li başûrê Kurdistanê, hema bibêje herî zêde Barzanî Kurdistana Serbixwe diparêzin. Ev ne rewşeke nû ye. Bi qasî sedsalekê ye ku raman û tesewira Barzaniyan ev e. Eger meriv bi kirpandina saziyên şêxitî û eşîrtiyê, ruhê Barzaniyan yê neteweyî nebîne, dê biwerrite. Derbirîna vê yekê, nayê wê maneyê ku meriv pêgiriya partiyeke siyasî, PDKê dike, belku tê wê maneyê ku meriv bi piştgiriya vê raman û tesewirê radibe. Vê raman û tesewirê bihêztir dike.

Di Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de, heçê di Heyeta Mutewelî de û heçê di rêvebiriya weqfê de jî bi dildarî dixebitin. Bi tenê, dahateke hindik didine min da ku ez pê hewcedariyên malbata xwe bidebirînim. Ji bilî vê, du sê xebatkarên wê hene ku bimûçe û sîgorta ne. Li şaxa Weqfê ya Amedê jî rewş her bi vî awayî ye. Şaxa wê ya li Hewlêrê jî, weqfeke cuda ye ku anegorî qanûnên Rêvebiriya Kurdistanê ya Herêmî hatiye damezrandin.

Di vê demajoyê de ku bi qasî sedsalekê ye; bi anîna rojevê ya çendîn mijaran dibe ku PDK bê rexnekirin. Dibe ku Îsmaîl Beşîkcî jî û WÎB jî bên rexnekirin.

Tiştên ku min kirî û çawaniya kirina min ya wan tiştan jî li holê ye. Kar û barên weqfa me jî li holê ne. Dahat û lêçûnên wê aşkere ne, li ber çavan in… Darazên wekî ‘Karmendên Barzanî yên xwedanmûçe!...’ reşkirin û lîyaqdîtinên bêmane ne.

Di destpêka vê nivîsarê de, min got ku ji ber nivîsara min a ‘Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde PKK-Haşdi Şabi İşbirliği’ gelek êrîş û rexne li min hatin kirin. Çend nivîsar û peyam jî hebûn ku ez di wan de dihatim parastin. Ez spasiya xwe li wan hevalan dikim.

[1] Kurd û şerê Îran û Iraqê: Gelo ders jê hatin girtin?

Îsmaîl Beşîkcî, 07.01.2021

Wergera ji Tirkî: Ferec Koyistanî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x