Ji ber şerê PKK û Tirkiyê li devera Bradost 118 gund hatine valakirin

Ji ber şer û pêvçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de li devera Bradost 118 gund hatine valakirin, 45 km weke navçeyên ne aram hatine destnîşankirin û gelek kes bêkar mane.

09.06.2020, Sal - 02:57

Ji ber şerê PKK û Tirkiyê li devera Bradost 118 gund hatine valakirin
Nuçe Belav bike

Ji ber şer û pêvçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de li devera Bradost 118 gund hatine valakirin, 45 km weke navçeyên ne aram hatine destnîşankirin û gelek kes bêkar mane.

Li gor zanyariyên maweyê 20 şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de, ti salekê bi qasê bihara îsal şer û pevçûnên dijwar û berdewam li devera Bradostê çê nebûbûn ku bi berdewamî herdu alî êrişî hev dikin.

Hingevan Efram Seîdî ku sala derbasbûyî di vê heyamê de li Kêleşîn û Xinêrê karê hingevaniyê dikir, îsal ji ber zêdebûna şer û pevçûnên di navbra gerîlayên PKKê û Tirkiyê de nekarî biçe wan deveran û dibêje, “ji ber topbaranê agir bi pûş dikeve û dibe sedema jinavçûna hingiv.”

Îhsan Çelebî, rêveberê bajarokê Sîdekanê dibêje, “PKK êriş dike ser qereqolên Tirkiyê û ew jî bersiv didin. Di encamê de jî hemwelatî û kasibkarên me dibin qurbanî. Sîbor aram nînin û me kasibkarên xwe agahdar kirine ku nêzikî navçeyên sînorî nebin, ji ber ku her tim şer heye.”

Rûberî devera Bradost hezar û 617 kîlometre dûca ye, 92 kîlometre sînorê wê li gel Bakur û Rojhilatê Kurdistanê heye, di vê werzê de zêdetir ji 150 hezar serî pez lê tên çerandin, 3 hezar malbat bi mebesta karê cotkariya demsalî berê xwe didinê û zêdetir ji 10 hezar pêtek lê tên çerandin.

Ji ber nearamiya navçeyê, ji 264 gundan 118 gund hatine valakirin, rûberê nearam niha li wî sînorî 45 kîlometre çargoşe ye. Sala derbasbûyî 4 kasibkar di encama topbaran û bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn û ziyana madî jî nîv milyon dolar e.

Ew xelkê li wan gundên niha bûne sînor, sînorekî kêm bo wan maye û nikarin di vê rewşê de karên xwe bikin.

Mela Qasim, muxtarê gundê Şêrkan dibêje, “Hêdî hêdî xelk pez û bizinên xwe difiroşin. Ew ên pez û bizinan difiroşin, dê çima li vê derê bimînin? Jiyana pez û bizin ku bi neçarî nema, ji vê derê diçe, gundê xwe vala dike û bar dike. Par hinek û îsal jî hejmarek gund vala bûn.”

Di maweyê 2 salan de Tirkiyê bi çêkirina 10 qelayên serbazî, bi kurahiya 30 kîlometre sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 673 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:37:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x