Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, hêzên komandoyên wî welatî di çarçoveya operasyona Çengê Piling de derbasî navçeya Heftenînê li Başûrê Kurdistanê bûne, û li dijî PKKê operasyon lidar xistine.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li navçeyên sînorî yên bi Başûrê Kurdistanê re, destpêkirina operasyoneke nû ya li dijî PKKê bi navê operasyona “Çengê Piling” de ragihand.
Wezareta Berevaniyê Tirkiyê derengiya şevê din li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, hêzên komando û zirêpoş bi piştevaniya balafiran di operasyonê de beşdar bûne.
Herwiha medyaya ser bi PKKê ve jî ragihandiye, ku artêşa Tirkiyê ji bejahiyê ve dest bi êrîşkirina ser Heftenînê kiriye, lê behsa ti hûrgiliyên din nekiriye.
Wezareta Berevaniyê Tirkiyê herwiha dîmenên daketina serbazên wî welatî ji helîkopterên leşkerî li nav axa Başûrê Kurdistanê belav kirine, di heman demê de çend wêne ji navenda kontrol û çavdêriya operasyonê jî li ser twittera xwe belav kirine.
Her şeva bihorî artêşa Tirkiyê, ji erdê û esman ve şeş gundên sînorê Zaxoyê, bi topxane û balafirên xwe yên şer bombebaran kirin.
Rêveberê Nahiyeya Batîfa ya ser bi Zaxo ve, Dilşêr Ebdulsitar duh şev ji Rûdwê re ragihand, “şeş gundên Heftenîn, Geliyê Pisaxa, Dişîş, Minînê, Nizdûr û Pîrbilla ji aliyê balafirên Tirkiyê ve bi dijwarî tên bombebarankirin.”
Dilşêr Ebdulsitar got, “nêzîkî 100 gulleyên topan li derdora gundan ketine û ji ber wê yekê tirsek mezin di nava xelkê deverê de belav bûye.”
Rêveberê Nahiyeya Batîfa da xuyakirin, ku “li hin navçeyên sînorî di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derketiye.”
Destpêkirina operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li nav axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê, tenê çend saetan piştî bangkirina Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo Wezareta Derve ya Iraqê tê.
Wezareta Derve ya Iraqê duh ragihand, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember operasyona Tirkiyê li navçeyên sînorî, wan Fatih Yildiz bangî wezaretê kiriye û ji bilî gihandina nerazîbûna Iraqê, daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku operasyonên xwe yên yekalî li navçeyên sînorî yên Iraqê rawestîne.
Balyozê Tirkiyê jî piştî gazîkirina bo Wezareta Derve ya Iraqê, li ser twittera xwe ragihandibû, heta ku Iraq dawî bi hebûna PKKê li ser axa xwe nehîne, Tirkiye dê operasyonên xwe yên li dijî PKKê li her derî berdewam bike.
Tirkiye îdia dike ku operasyonên nû yên liu dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê, piştî wê yekê tê ku gerîlayên PKKê di wan demên dawî de hewl dane êrîşên xwe bo ser xalên sînorî û binkeyên serbazî yên artêşa wî welatî zêde bikin û tekez dike, ew operasyon di çarçoveya mafê xweparastina rawa û di çarçoveya hiquqa navnetewî de tên lidarxistin.
Şeva Duşemê 15ê Hezîranê jî Tirkiyê dest bi operasyoneke esmanî ya li dijî PKKê di nav sînorê Iraqê û Herêma Kurdistanê de kiribû û têde çend navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de gotibû, di operasyona “Çengê Baz” de 81 cih û pêgehên PKKê hatine bombebarankirin.