Komkujiya Kurdên Êzidî li Dîwana Edaletê hat nîqaşkirin

Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Holendayê konferansek ji bo nîqaşkirina Komkujiya Kurdên Êzidî hat lidarxistin.

21.09.2024, Cts - 10:08

Komkujiya Kurdên Êzidî li Dîwana Edaletê hat nîqaşkirin
Nuçe Belav bike

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Holendayê Dîndar Zêbarî di konferansê de axivî û got, “Em ji bo çarenivîsa Kurdên Êzidî gotûbêj bikin li Laheyê, li vir in.”

Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li Amsterdama paytexta Holendayê li ser Komkujiya Kurdên Êzidî ya sala 2014an ku DAIŞê kiribû konferansek hat lidarxistin.

Koordînatorê Pêwendiyên Navneteweyî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re diyar kir ku piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo dabînkirina edaletê girîng e û anî ziman:

“Em ji bo gotûbêjkirina çareseriya pirsgirêkeke gelekî girîng li Koşka Aştiyê ya Laheyê ne.

Em dê paşeroja civaka Êzidî li vir bi aliyên pêwendîdar re gotûbêj bikin.”

Zêbarî da zanîn ku di konferansê de li ser stratejiyên ji bo kêmkirina bandora Komkujiya Kurdên Êzidî û her wiha dabînkirina dadmendiyê û bihêzkirina sîstema piştgiriyê hatine gotûbêjkirin.

Zêbarî li ser welatên ku Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye jî agahî dan.

Zêbarî got, “Holenda, Almanya, Brîtanya, Amerîka, Kanada, Fransa, Belçîka û Ermenistanê ev sûc wekî komkujî nas kiriye.”

Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo nasandina Komkujiya Kurdên Êzidî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak dixebite.

Komkujiya Kurdên Êzidî

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha bi sedema şer, ji sedî 80ê gundên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl didan cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn. 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.

Kesên ku hatin revandin rastî miameleya 'xenîmetên şer', şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî hatin.

Ev kiryarên DAIŞê wekî tawaneke mezin a mirovahiyê hatin tomarkirin. 

Piştî êrîşa DAIŞê, heta niha bi dehan gorên bikom û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzidî li Şingalê û derdora wê hatin dîtin.

Li gorî amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrişa DAIŞê, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî bajarên din bûn û piraniya wan li parêzgeha Dihokê bi cih bûn.

Zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî bûn penaber.

Heta niha 13 welat û çend rêxistinên navneteweyî tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wekî komkujî nas kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 61 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x