Li Çemçemalê xwepêşanderan bi keviran êrîşî baregehên Qaymeqamî û Polîsê bajêr kirin

Rêveberê Polîsê Çemçelê dibêje, “xwepêşander êrîşî her tiştî dikin, eger peykerên Şêx Reza Talebanî û Feqî Qadir jî li cihê xwepêşandanê ba, dê xerab kiribana.”

23.08.2020, Paz - 18:32

Li Çemçemalê xwepêşanderan bi keviran êrîşî baregehên Qaymeqamî û Polîsê bajêr kirin
Nuçe Belav bike

Xwepêşanderên Çemçemalê bi keviran êrişî baregehên Qaymeqamî û Polîsê wî bajarî kirin. Herwiha xwepêşanderan beşek ji kelûpelên trafîkê li ser cadeyan şikanin û şewitandin. Rêveberê Polîsê Çemçemalê jî dibêje, ew kes ne xwepêşander in, belku fitneçî û têkder in.

Rêveberê Polîsê Çemçemalê, Emîd Mihemed Ebdî ji Rûdawê re ragihand, ew xwepêşander hinek kes in ku guh nadin ti tiştekî û armanca wan “wêrankirin û têkdana bajar e”. Ji ber ku ew xwepêşander bi keviran êrîşî avahiyên Qaymeqamî û Polîs dikin.

Emîd Mihemed Ebdî dibêje, heta niha em aram û li ser xwe bûne û em rûbirûyê wan nebûne.

Li gor hin videoyên ku bo Rûdawê hatine şandin, xwepêşanderan li ser cadeyên serekî yên Çemçemalê agir berdane kabînên polîsê trafîkê û kelûpel û kabên şikandine.

Rêveberê Polîsê Çemçelê dibêje, “xwepêşander êrîşî her tiştî dikin, eger peykerên Şêx Reza Talebanî û Feqî Qadir jî li cihê xwepêşandanê ba, dê xerab kiribana.”

Li gor gotina Emîd Mihemed, di nav xwepêşanderan de teqe li hêzên asayişê hatiye kirin û gulle bi otombîleke asayişê ketine. Asayişa Çemçemal jî ev yek ji bo Rûdawê piştirast kir.

Berdevkê Asayişa Rojavayê Silêmaniyê jî got, hejmareke karmendên asayişê bi kevirên xwepêşanderanb birîndar bûne.

Emîd Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, ku ew bi xwe jî di êrîşa bi keviran de a bo ser avahiya rêveberiya polîs de, birîndar bûye û kevirek li lingê wî ketiye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 791 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x