Li Heftenînê şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de berdewam in û herdu aliyan jî amarên şer belav kirin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê ku nûçeya xwe dispêse Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li Heftenînê di pevçûnekê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ku baskê çekdarî yê PKKê ye derbarê dawîn şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya HPGê, gerîlayên wan roja 5ê Tebaxê li girê Dûpişk ê Heftenînê êrişî serbazên Tirkiyê kirine û di encama pevçûnê de 9 serbaz hatine kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûne.
Her li gor wê daxuyaniya HPGê li çiyayê Xamtîr jî li heman deverê serbazên Tirkiyê bûne armanca gerîlayan û di encamê de 4 serbaz hatine kuştin.
Ev di demekê de ye ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh, 05.08.2020, kuştina cerdevanekê li Heftenînê ragihandibû.
Roja 15ê Hezîranê Artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona ‘Çengê Baz’ û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona ‘Çengê Piling’ da destpêkirin.
Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.
Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî, di encama wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.
Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.