Li nahiya Zinane ya Kifrî şivanek ji aliyê terorîstên “Alaya Spî“ ve hat kuştin!

Li bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê, şivanekî kurd ji aliyê çekdarên grûba bi navê “Alaya Spî” ve hat kuştin.

26.10.2019, Cts - 10:21

Li nahiya Zinane ya Kifrî şivanek ji aliyê terorîstên “Alaya Spî“ ve hat kuştin!
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê nahiya Zinane ya bajarê Kifrî, Cemal Salih got, îro danê sibê komek çekdarên grûba bi navê “Alaya Spî” (berê endamên DAIŞê bûne) di navbera gundên Belege û Duracî yên nahiya Zinane pêşiya sê şivanên kurd digirin û mobaylên wan ji wan distînin.

Cemal Salih her wiha got, du şivan mobaylên xwe didin wan çekdaran lê yek ji wan mobayla xwe nade. Ji ber wê jî çekdarên han yekser wî şivanê kurd dikujin.

Qaymeqamê nahiya Zinane da zanîn, ew şivanê ku hatiye kuştin, kurê endamê komîteya Zinane ya YNKê bûye û navê wî jî Kirmanc Şêrko Yasîn bûye. Bi gotina qaymeqam, du şivanên din silmamet in.

Grûba terorîstî ya “Alaya Spî”, payîza sala 2017 li devera navbera bajarên Xurmatû û Kifrî hebûna xwe ragihand. Endamên wê grûbê ji wan çekdarên DAIŞê pêk tên ku ji nav DAIŞê ji ber sebebên cur bi cur reviyane û alaya wan jî berovajî ya DAIŞê, spî ye. Ji ber wê jî ji wan re dibêjin grûba “Alaya Spî”.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x