Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke bihêztir pêdivî jêhatîbûn û karên nû ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo derçûyên zanîngeha Dihokê ragehand, “paşeroja me girêdayî dahênanên we ye”. Herwesa wî tekez kir ku Kurdistaneke bihêztir di hejmareke waran de pêdivî jêhatin û karên nû ye.

07.11.2023, Sal - 08:53

Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke bihêztir pêdivî jêhatîbûn û karên nû ye
Nuçe Belav bike

Duh roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê pîrozbahiya derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê kir. Herwesa wî hêvî xwast ku li paşerojê ew bikarin bibin zana û dahêner û xizmeta gelê xwe bikin û ji bo malbatên xwe û me hemiyan bibin şanazî.

Serokwezîrî nivîsiye, “Kurdistaneke bihêztir di warên bankî, jîriya destçêkirî, çandinê, teknelojiyê û warên din de pêdivî jêhatin û karên nû ye.

Di derheqa rolê zanîngehan de jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, “Em kar dikin ji bo ku zanîngehên me roleke baştir di avakirina aborê me de bigêrin.

Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav ahenga derçûyên zanîngeha Dihokê de jî ragehand, erkê serekî yê zanîngehan ew e ku roleke giring û diyar di pêşengiyan de ji bo pêşxsitina tevalî ya welatî hebe, û bi rêya lêkolînên xwe roleke bingehîn di avakirina jêrxaneyeke bihêz û mukom a civakeke hişyar û hevçerx de bigêrin.

Herwesa di dema borî de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend caran pabendbûna xwe li ser arîkarîkirina ciwanan wekî mezintirîn sermayeya Herêma Kurdistanê tekez kiriye. Peyama wî ya rasterast ji bo ciwanan ev bû, “Em dê alavên serkeftinê ji we re dabîn bikin, em dê jîngehekê çê bikin ku jêhatin û şarezayiya we tê de diyar bibe”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x