Mesrûr Barzanî bersiv da pirsên rojnamevanên Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di yekem hevdîtina rojnamevanî ya hevbeş de ligel hejmarek dezgehên ragihandinê ya Kurdistanê, li ser rewşa niha ya Kurdistanê û geşedanên herî dawî axivî.

24.08.2020, Pts - 17:31

Mesrûr Barzanî bersiv da pirsên rojnamevanên Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîna hevbeş de bersiv da pirsên rojnamevanan ên derbarê pêvajoya çaksazî, mûçeyên fermanberan, rêkeftina ligel Bexdayê, projeyên xizmetguzarî, rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa koronayê de.

Li ser pirsa cîbicîkirina yasaya çaksaziyê, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Çaksazî pêvajoyeke berdewam e, tiştekî wisa nîne ku di demeke kurt de were pêkanîn, an jî dawî lê were.Me ji destpêka kabîneya nehem ve ji gelek aliyan ve dest bi çaksaziyan kiriye, çaksazî tenê rûbirûbûna gendeliyê nîne. Çaksazî, mijara reform, şefafiyet, çawaniya xizmeta welatiyan e û em bizanin çawa bikarin nûbûn û çêkirina jêrxaneke aborî ya baştir ji hemû aliyan ve ava bikin.”

Derbarê başkirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me hewl da dahatên din yên navxweyî zêde bikin, bi berfirehkirina aboriya û bazirganî wek keştûkal, pîşesazî û geştûguzar, lê mixabin dîsa dibêjim, ev qeyranên tûşî Herêma Kurdistanê bûne, gelek ji van babetan xaw kir. Me nekarî wek pêwîst bikin, ne ku niyaza bicihkirina wan projeyan li cem me nebû, belkû rewş wiha lê hat û qeyraneke mezin tûşî vê herêmê bû, ligel wê jî em her berdewam bûn.”

Di dirêjahiya hevpeyvînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hûrî bersiva wan pirsan da ku di hemû waran de tên pirskirin. Bi taybet derbarê pirsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan, pêngavên çaksaziyê, rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê, rewşa darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê, pirsa mûçe, babeta nenavendî, kerta xizmetguzariyê û tevahiya pirsên ku pêwendiya wan bi jiyana xelkê heye.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 724 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x