Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi helkevta sala nû ya zayînî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û dibêje: “Hêvîdar im sala nû, salek tijî xweşî, aştî, bidawîhatina êş û derdan û nearamiyê li navçeyê be.”
Mesrûr Barzanî herwiha hêviya xwe tîne ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare di sala nû de baştirîn xizmetan pêşkêşî xelkê Kurdistanê bike û tekez dike: “Hêvîdar im di sala nû de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare karnameya xwe bi baştirîn awa bicih bike û xweşguzarî û geşepêdana aborî di hemû waran de peyda bibe, ji bo bikaribe xizmeteke hêjayî pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike, bêgûman ev jî girêdayî bi rewşa Iraq û bicihbûna aştî û aramiyê li navçeyê ye.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan dike: “Ez hêvîdar im bi piştevaniya xwedêyê mezin û xelkê niştimanperwer û dilsoz, Kurdistan ji hemû pêşhatên nexweş û nexwastî parastî be.”