Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Divê piroseya hilbijartinan dûrî binpêkirinan bê kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

30.09.2024, Pts - 14:45

Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Divê piroseya hilbijartinan dûrî binpêkirinan bê kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 30.09.2024) pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê û dawî pêşkeftin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq û deverê li hev guhertin.

Di pareke din a danûstandinan de, behsa amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin. li dû wê ragehandinê, tekez li ser giringiya wê piroseyê di rewşeke aram û dûrî binpêkirinan de hat kirin.”

Pêdivîtiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x