Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka peyama xwe de 8,000 qurbaniyên Enfala Barzaniyan ku ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve hatin komkujkirin, bi bîr tîne û dibêje: “Îro em salvegera enfalkirina heşt hezar sivîlên bêtawan ên Barzaniyan bi bîr tînîn ku berî 37 salan di 31-07-1983 de di deh rojan de li kampên Quştepe û Behirkê, Herîr û Diyana li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê rejîma Beis ve hatin jenosîdkirin û ji bo heta hetayê ew bi zorê şandin goristan û mergistanên çol û biyabanên başûrê Iraqê kirin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi xema dayikên enfalan û malbatên qurbaniyên enfalê dike û dibêje: “Piştî wê dayik, jin û xuşkên enfalkiriyan, bareke giranê jiyaneke tehl û çarenivîseke êş û jan kete stûyê wan. Diviyabû ji bo zarokên xwe bibin bav û bira û bi keda xwe debara jiyanê peyda bikin. Di vê rojê da em gelek bi rêz û pêzanîn li rola wan dayik û xuşkên rûsipî dinêrîn ku xwe li ber jiyaneke mergesatbar girtin, lê belê tu demekê jî dest jê bernedan.”
Serokê Herêma Kurdistanê bi rêzdarî ve amaje bi rola xelkên deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê ji bo gihandina alîkariyan bi Barzaniyan dike û tekez dike: “Her di vê bîranînê de bi rêz û pêzanînê ve rola camêrane ya xelkê Hewlêr û derdora wê, xelkê Herîr, Batas, Diyana û dewrubera wan bi bîr tînîn ku hemû hevkariyan pêşkêşî malbat û kesukarên enfalkiriyan kirin. Bûne pişt û penaya wan û derfeta kar û peydakirina debara jiyanê ji bo wan rexsand. Camêriya wan herdem li bîranîna me û kesukarên enfalkiriyan û Kurdistaniyan da dimîne.”
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, ku qurbaniyên enfalê qerebû bike û dibêje: “Bi hûrmetê ve giyanê pakê enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn, silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan re dişînîn. Li hewlên me yên li asta Iraq û cîhanê berdewam dibin bo ku careke din li tu cîheke mirovayetiyê êş û mergesatên wekî enfal û kîmyabaranê nebînin, Hikûmeta Iraq jî divê pabendî qerebûkirina qurbaniyan bê.”