Nêçîrvan Barzanî: Ezmûna Herêma Kurdistanê li ser rêya rast e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartin dê rewabûna dam û dezgehên desthilatdariya Herêma kurdistanê nû bike û dê pêgeha Herêma Kurdistanê di hemû astan de xurttir bike.

16.09.2024, Pts - 10:21

Nêçîrvan Barzanî: Ezmûna Herêma Kurdistanê li ser rêya rast e
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartin dê rewabûna dam û dezgehên desthilatdariya Herêma kurdistanê nû bike û dê pêgeha Herêma Kurdistanê di hemû astan de xurttir bike.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Tevî kêmasiyan jî ezmûna Kurdistanê li ser rêya rast a demokrasiyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî doh li Zaxoyê bi kadroyên Şaxa 8an a PDKyê re civiya.

Di vê kombûnê de Berpirsê Desteya Komîteya Navendî ya PDKyê Fazil Mîranî û hinek endamên Ofîsa Siyasî ya PDKyê amade bûn.

“Hilbijartin dê rewabûna dezgehên Herêma Kurdistanê nû bike”

Nêçîrvan Barzanî behsa giringîya hilbijartinên bên ên Herêma Kurdistanê ji kesên li wir amadebûn re kir û got:

“Hilbijartin dê rewabûna dam û dezgehên desthilatdariya Herêma Kurdistanê nû bike û dê pêgeha Herêma Kurdistanê di hemû astan de xurttir bike.

Her wiha dê roleke bi bandor di kûrkirina ezmûn û kultura demokrasiyê de bilîze.”

Alîkarê Serokê Gişrî yê PDKyê di heman demê de ji wan xwest ew hemû ji bo serketina pêvajoyê bi kelecan kar bikin.

“Divê em bi rengekî adîl û zelal hilbijartinan pêk bînin”

Nêçîrvan Barzanî got jî, “Tevî hemû kêmasiyan jî ezmûna Kurdistanê li ser rêya rast a demokrasiyê ye.

Ji bo em vê armanca xwe pêk bînin, divê em karibin bi rengekî adîl û zelal hilbijartinan pêk bînin."

Nêçîrvan Barzanî îro danê sibehê bi birêvebiriya parêzgeha Dihokê re civiya û çû Zaxoyê û li ser Pira Delal daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî li ser sedema serdana xwe ya Zaxoyê got:

“Hatina me ji bo wê bû em bizanin rewşa vir çawa ye.

Ez destxweşiyê li karên baş ên ku hatine kirin dikim.”

Nêçîrvan Barzanî li ser xizmeta ku li Zaxoyê hatiye kirin anî ziman:

“Bi rastî ez li hemberî kar û xizmetên ku li vir hatine kirin mat mam.”

Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe de hevdîtin bi parêzgar û rêvebiriya Dihokê re û berpirsên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re û bi berpirsên PDKyê kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x