Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê 54 saliya Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê pîroz kir.

21.09.2024, Cts - 15:59

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyî pêşkêşî hemû mamoste û zanayên olî yên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Bi germî pîrozbahiyê li serok û endamên Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê û hemû mamoste û zanayên olî dikim, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:

“Em hebûn û têkoşîna Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê hem di dema şoreşê û hem jî di dema azadiyê de bilind dinirxînin.

Bi vê minasebetê em hemû şehîdên Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê bi bîr tînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 66 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:08:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x