PAK: Em bêrîzîya ku li Alaya Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin

24.11.2021, Çar - 13:17

PAK: Em bêrîzîya ku li Alaya Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Suleymanîyê yê Başûrê Kurdistanê, hinek xwendevanên unîwersîteyê ji bo bicîh anîna hinek daxwazên xwe yên maqûl û meşrû xwepêşandan li dar xistin.

Lê belê di dema xwepêşandanên xwendevanan de hinek kesên qirêj, bi navê xwepêşandanê , bêrêzîyeke mezin li Alaya Kurdistanê kirine. Hinek kesên bê esil, rûreş, Ala Kurdistanê danîne bin pîyan, pêlêkirine û xwestine gel bi otomobîlan û bi piyan li ser bimeşin, herin û werin.

Em li gel wê ne ku , Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstî û daxwazên xwendevanan yên perwerdeyê, însanî, pêwîst û meşrû bicîh bîne. Ev herweha wazîfeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî. Lê belê bi tu awayî nayê qebûl kirin ku xwendevan di xwepêşandanên meşrû de şîdetê, tûnd û tûjîyê bikar bînin.Û bi tu awayî nayê qebûl kirin ku hinek kes rabin daxwazên xwendevan sûîstîmal bikin û bêrîzîyê li Alaya Kurdistanê bikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin ya neteweyî, nişitimanî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Dadgehên Suleymanîyê divê di heqê wan rûreşên ku hekaret û bêrêzî li Alaya Kurdistanê kirine demildest lêpirsînê destpê bikin û dozê vekin û divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê van bêesil û rûreşên ku ev kiryara kirine rûreş bikin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) wan kesên ku heqaret û bêrêzî li Alaya Kurdistanê kirine rûreş û protesto dikin.

24.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x