PDK ji bo hilbijartina Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê bi 6 partiyan re hevpeymaniyê ava dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo beşdarbûna di Hilbijartina Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê de, dê bi şeş partiyan re hevpeymaniyê pêk tîne.

30.07.2023, Paz - 18:36

PDK ji bo hilbijartina Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê bi 6 partiyan re hevpeymaniyê ava dike
Nuçe Belav bike

Alîkarê Berpirsê Ofîsa Rêkxistina Kerkûk-Germyanê ya PDKê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand, “Em hewl didin îro hevpeymaniya şeş partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.”

Got jî: “Eger PDK bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe jî, dê ev partî ligel PDK’ê bin û ti pirsgirêkek wan nîne. Em hewl didin piraniya dengan bi dest bixin.”

Bal kişande ser wê yekê, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê çend rênimayiyên aloz ji bo tomarkirina hevpeymaniyan derxistine. Ji ber wê jî ne diyar e ku ew bikarin hevpeymaniya xwe ligel 6 partiyên din ên Kerkûkê tomar bikin yan na, lê hêvî kir ku komîsyon dema tomarkirina partî û hevpeymaniyan dirêj bike.

Biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê deriyê xwe ji bo tomarkirina

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 644 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x