PDK û YNK dê sibe bicivin

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nameyek bo Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re şandiye û tê de daxwaza civînê kiriye.

29.07.2023, Cts - 13:02

PDK û YNK dê sibe bicivin
Nuçe Belav bike

Sibe Yekşemê 30ê Tîrmeha 2023an di demjimêr 11ê piştî nîvro, herdu polîtburoyên PDK û YNKê dê li Silêmaniyê bicivin.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nameyek bo Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re şandiye û tê de daxwaza civînê kiriye.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê ku ji jêderekî Polîtburoya PDKê wergirtiye, PDKê bersiva nameya YNKê daye û amadebûna xwe ji bo civînê nîşan daye.

Ev civîn dibe sêyem civîna herdu aliyan piştî pesendkirina proyeyasaya budceya Iraqê.

Mijara herî sereke ya civînê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê ligel aliyan ve gotûbêjan dike.

Pêştir Kurdistan24 eşkere kiribû ku 25ê Sibata 2024an, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye pêşniyarkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x