PENa Kurd-Daxuyanîya li Dijî Şerê Birakujî

06.11.2020, Cum - 11:22

PENa Kurd-Daxuyanîya li Dijî Şerê Birakujî
Nuçe Belav bike

Xebata Kurdan di sed salên derbasbûyî de ev rastî ji bo hemû aliyan derxistiye holê ku bêyî aştiya

navxweyî û yekrêziya Kurdan gelê Kurdistanê nikare bigihîje armancên xwe. Her wisa nikare sûdê

ji wan derfetan bistîne ku li Rojhilata Navîn peyda bûne. Ne tenê ew, belkî nebûna aştiya navxweyî

dikare destkeftiyên heyî jî bixe nava metirsiyan.

Ligel ku di vî warî de ji aliyê kes û saziyên sîvîl ên Kurdan ve bi sedan, bi hezaran daxuyanî hatine

dayîn û bertek hatine nîşandan jî, tirsa me ew e ku careke din bi teşwîqa dijminên Kurdan şerê

navxweyî ango şerê xwekujiyê dest pê bike. Gelê Kurd ji bo hebûn û azadiya xwe di hemû waran

de gelek berdêl dane, nabe ku evqas bêrêzî û terkexemî li hember neteweya Kurd bê kirin.

Ji aliyê din ve em dibînin ku hinek beşên ji çapemeniya Kurdan ji ezmûn û şerên navxweyî yên berê

qet aqil negirtine û bi weşaneke alîgir a ku agirê şerxwaziyê geş dike doza neteweyî ya gelê Kurd bi

paş dixin. Divê çapemeniya Kurdan bi awayekî hestiyar û bi berpirsyarî li gel şert û mercên heyî

yên li Kurdistanê tevbigere û bi tu awayî nebe sedema geşkirina tevliheviyên di navbera partî û

pêkhateyên siyasî-civakî yên Kurdistanî de.

Ji bo belavkirina bîr û ramanên aştîxwaziyê û çanda hevqebûlkirina di nava civakê de barekî girîng

dikeve ser milê rewşenbîr, çapemenî, rayedar û rêvebiran. Bi çi awayî dibe bila bibe, bi berpirsiyarî

û hestiyariyeke welatparêz divê rêyên diyalogê bên dîtin û rê li pêşiya birakujiyê ango xwekujiyê

were girtin. Divê hemû kesên ku xwe welatparêz dibînin li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind

bikin, qet rê nedin vê malxerabûnê û di hemû şert û mercan de mafê gelê xwe biparêzin.

Em wek Navenda PENa Kurd, ji hemû aliyên hêzê Kurdan daxwaz dikin ku nekevin dehfika

dijminên gelê Kurd û li gor berjewendiyên neteweya xwe gava bavêjin. Gerek bê zanîn ku heke

şerekî navxweyî çêbibe dê tu aliyekî mafdar ê vî şerî tunebe û raya giştî dê hemû aliyan berpirsiyar

bibîne û tawanbar bike.

Komîteya Birêvebir a Giştî

Navenda PENa Kurd

05.11.2020

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:30:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x