PWK: Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!

PWK bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir

25.09.2023, Pts - 14:57

PWK: Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!
Nuçe Belav bike

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

‘’Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê bi awayekî meşrû û demokratîk li dar ket.

Gelê Başûrê Kurdistanê, teva hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû.

Di şeşemîn salvegera referandûma serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ne; nimûne û nîşana îradeya xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanî û cîhanê ye.

Eşkereye ku her êrîş, dijminatî û helwesteke eskerî, sîyasî û ragehandinî ya li dijî desthilatdarî û destkeftinên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ne di berjewendîyên gelê me de ye, ev xizmeta dijmin û xêrnexwazên gelê Kurdistanê dikin.

Em bangî hemû hêzên çekdarî û sîyasî; hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin, da ku rêzê li desthilatdarî û selahîyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigirin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.’’


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x