Nûnerên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar dabû alaya Kurdistanê li kêleka alaya Iraqê li ser avahiyên saziyên dewletê bê bilindkirin ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve wek gaveke "ne destûrî" hat binavkirin.
Li gorî nûçeya AFPê, rayedarekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye:”Di destpêka vê hefteyê de Qasim Silêmanî serdana herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî re civiya. Paşê jî bi rayedarên Yekîtiya Niştimaiya Kurdistanê re jî li Silêmaniyê civiya. Ji wan civînan, yek jê ya bi cîgirê yekem ê Celal Talebanî, Kosret Resûê re bû.”
Herwiha hinek çavkaniyan eşkere kiribû ku Silêmanî bi endama Polîtbîroya YNKê û hevsera Serokê wê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm re jî civiyaye.
Berpirsyarekî kurd ku nexwestiye navê xwe eşkere bike derbarê naveroka civînan û serdana Silêmanî de axiviye û gotiye ku sedema serdanê ew e ku nêrîna rayedarên herêmê derbarê pêkanîna referandûma serbixwebûna herêma Kurdistanê û rakirina alaya Kurdistanê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê, hîn bibe.
Çavkaniyeke din ji France Pressê re wiha gotiye: Silêmanî roja şemiyê gihişt û bi serkirdeyên YNKê re derbarê kêşeyên partiyê de axiviye."
Hêjayî gotinê ye ku fermandarê îranî bi awayekî nepenî gelek caran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike û Îran jî rolekê di şerê li dijî DAIŞê de dilîze ku piştgiriya hêzên Heşdî Şeibî dike.
Li gorî nûçeya France Pressê, Silêmanî ji rayedarên herêmê xwestiye ku kêşeyên xwe yên bi hikûmeta navendî a federal a Iraqê re bi diyalogê çareser bikin."