Raperîn berdewamiya Xebata Azadiya Gelê Kurd e

Roja 5ê Adarê destpêka Raperîn e.

05.03.2021, Cum - 07:23

Raperîn berdewamiya Xebata Azadiya Gelê Kurd e
Nuçe Belav bike

Gelê Kurd li Kurdistana Başur, roja 5ê Adarê sala 1991’an da, li navçeye Ranye dest bi Raperîna camaverî kir û di heyama kurt da ji Ranye heya Kerkukê Kurdistana Başurê rizgar kir û rejîma xwînxwar û Enfalçiya BAASê vemalî.

Raperîn qonaxa serketina xebata gele Kurd a dehan sal e.

Raperîn berhema siyaseta dirust û rastbîn a hêzên welatparêzên Kurdistana Başur e, ku rewşa navnetewî û navçeyî a vê demê nirxandine û bi zîrekî kelk ji derfetê ku hatiye pêş kelk vergirtine.

Parlamento, hikumet û serokatî û hemu dem û dezgeyên fermî yên Herêma Kurdistanê berhema Raperîn e. Raperîn jî berhema xwîna bi hezaran şehîdên Kurdistan e, berhema cangoriya tekoşerên welatparêz e, berhema yêkitiya hêzên welatparêzên Kurdistan e.

Raperîn dirika çavê neyar û dagirkerên Kurdistan e, sterka geş e li esmanê welatê me da.

Bi boneya 30. saliya Raperînê, carekî dinê banga hêzên welatparêzên Kurdistana Başur dikin, ku bona parastina deskevtiyên Raperînê, bona puç kirina planên neyaran, bona yêkxistina hemu dezgeyên fermî destê xwe bidine hevudu.

PSK bi vê boneye ve carekî dinê daxwaz ji Serokatî û Hukumeta Herêma Kurdistanê dike, ku bona baştir kirina jiyana gel pirtir hewl bide, kar bike.

PSK bi boneya 30. saliya Raperînê banga hemu hezen welatparêzên seranserî Kurdistane dike, ku deskevtiyên Raparînê wekî yên xwe biparêzin.

Em li ber hizura şehîdên Raparîn û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

Raperîn li gelê Kurdistanê pîroz be.

05 Adar 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 693 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:35:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x