Rêtina Xwîna Peşmerge Xiyanet e

Do li Herêma Kurdistanê li derdora Amediyê li ser êrîşa PKKê pênc Peşmerge jîyana xwe ji dest dan kirin û ewqas kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşa li ser Peşmerge bi tundî şermezar dikin û yên birîndar ra jî şîfayê xêrê dixwazin.

06.06.2021, Paz - 08:28

Rêtina Xwîna Peşmerge Xiyanet e
Nuçe Belav bike

Elbette kiryarên provakatîf yên PKKê li Herêma Kurdistanê nû nînin. Ev êrîşa dawî jî nişan dide ku êdî PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye xeterek mezin. PKK bi vê siyaseta xwe destkeftiyên Herêma Kurdistanê dixe bin talûkê, xesar dide stuya federe ya 30 salî û aramîyê li herêmê têk dibe. Eşkere ye ku ev siyaseta bi vê awayî berîya her tiştî xizmeta hêzên dakirker dike ku ji bo fetisandına gelê Kurd kemin danine.

Divê PKK dev ji gefxwarina têkbirina azadîya Kurdistanê û destkeftîyên neteweyî berde.

Pêwîst e bê zanîn ku kuştina Peşmerge xîyaneteke herî mezin e. Û suda vê ne ji PKKê û ne jî ji gelê Kurd ra heye. Îro eger PKK dikare li Herêma Kurdistanê bisitire, ev bi saya destkeftîyên Başur û keda bi deh hezaran Peşmerge ye. Divê her Kurd û dostê Kurdan beriya her tiştî ji keda Peşmerge ra rêz bigrin, azadî serwerîya Herêma Kurdistanê biparêzin û xwedî li dezgeyên gelê Kurd derkevin.

Em carek din bang li PKKê dikin;

Vê siyaseta dijminane ya ku di xizmeta neyaran da ye biterikînin, ku siyaseta hanê bo Kurdan wê bibe sedema karesat û malwêranî.

Her wisa em bangê gelê xwe yê eqlê selim jî dikin;

Li himber vê siyaseta xeternak helwesteke xurt nişan bidin. Bi dengeke bilindtir li hemberê êrîş û planên li dijê gelê me derkevin.

Werin em dek û dolabên dijminên xwe yên qilêr û tarî pûç bikin.

Serkeftên dê ya me be, em ê azadîya xwe bi dest bixin.

06.06.2021

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

PSK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:18:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x