Serok Barzanî: Biryara referanduma serxwebûnê cihê şanaziyê ye

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera diyarîkirina roja referanduma serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an hat encamdan, peyameke pîrozbahî belav kir û têde diyar dike ku referandum ji bo hemû wan kesên beşdarî kirin re, cihê şanazî ye ku ti poşmanî tê de nebûye.

08.06.2020, Pts - 03:41

Serok Barzanî: Biryara referanduma serxwebûnê cihê şanaziyê ye
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî, bi peyameke salvegera roja biryara Referandûma Serxwebûnê pîroz kirû got ku ew biryar  cihê şanaziyê ye.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera diyarîkirina roja referanduma serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an hat encamdan, peyameke pîrozbahî belav kir û têde diyar dike ku referandum ji bo hemû wan kesên beşdarî kirin re, cihê şanazî ye ku ti poşmanî tê de nebûye.

Di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Îro rojek dîrokî ye di jiyana gelê Kurdistanê de. Li 7ê Hizêrana 2017an de aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi koma dengan biryar li ser referandûmê dan ka ku gelê Kurdistanê bikare di rêyekê aştiyane re deng û xwesteka xwe bigihîne cîhanê. Ev biryar destkeftek giranbuha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanaziye ji bo hemû wan aliyên ku di derxistina wê biryarê de beşdar bûne û jê poşman nebûne.”

Barzanî herwiha spasî li hemû têkoşer û azadîxwaz û niştîmanperwerên Kurdistanê kir û slav li canê paqij ê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê kir.

Biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê, 3 sal berê 7ê Hezîrana 2017an biryareke dîrokî bo hat dayînî

Referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan bi rêjeya ji sedî 72.16 beşdarbûn çêbû û rêjeya dengên Belê ji sedî 92.7 bû, rêjeya dengên Nexêr jî tenê ji sedî 7.27 bû.


 

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 523 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x