Di peyama Serok Barzanî de hat: Îro di demek da cejna pîroza Qurbanê dikin ku heman demê de sîh û heft sal li ser tawana enfalkirina heşt hezar Barzaniyan da derbas dibe. Di vê salvegera tehl de xweşiya cejin û xemgîniya nebûna ezîzên me hêviyên hev in û qesîdeyeke (Elmutenebî) yê şaîr çendî guncaw e ji bo îro ku dibêje: "Bi çi halek hatiye ve, ey cejin, weku berêyî yan te xeberekî nû heye...". Eve halê hemû roj û hemû dem û hemû cejna van jinên Barzaniyan e û hemû kesukarên enfalê ku sîtem li wan hate kirin û dehan sal li çaverêkiriya ezîzên xwe bûn ku bi zulmê birin û enfal kirin. Lê belê her ew jinên qehreman bi serbilindî û îzeta nefsê ve xwe li ber xema ji destdana ezîzên xwe girt û berev lûtkeya bihayan hilkişan.
Di dirêjahiya salê de kêm roj hene bîranîna karesat û tawan û zulmek nebê ku derbarê gelê Kurdistanê de nehatibe kirin. Tawanên wiha mezin û nemerdane ku li dîroka mirovayetiyê da bêwêne ne. Gelê Kurdistanê dikarî tola xwe bike lê belê destê xwe ji bo tolhildanê nebir û rêya bexşîn û vekirina rûpeleke nû li ber girt. Ji ber ku çanda gelê Kurdistanê cûda ye ji çanda nemerdan û şoveniyet û dagîrkeriyê.
Li vê salvegerê da hezaran silav ji bo giyanê pakê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên enfal û şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê re dişînîn û baştirîn wefa jî ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana mîlletê me, yekrêzî û birayetiya di navbera me û xweşdiviya niştimane.
Mesûd Barzanî
31.07.2020