Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê Dr. Basim Bedrî kir.

17.09.2024, Sal - 14:54

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de Serokê Desteya Bilind a Niştîmanî ya Lêpirsîn û Dadweriyê amaje bi erk û karê desteyê kir û tekezî li ser wê kir ku ew kar û barên xwe bi awayekî profesyonel û dûrî destêwerdanên siyasî birêve dibin.

Dr. Basim Berdî daxwaz ku hevahengiya wan bi ji aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re hebe, bi taybetî ku li Herêma Kurdistanê gelek kes hene bûne qurbaniyên siyaseta rejîma berê ya Iraqê, ji bo ew bikarin pirsgirêk û daxwazên wan bicih bînin, herwiha desteya wan jî hevkar be ji bo misogerkirina dadperweriyê û bicihanîna daxwazên wan.

Her wiha daxwaz kir ku pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de bên başkirin û astengiyên li pêşiya pêwendiyên wan û hemahengiya wan bên çareserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:17:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x