Serok Barzanî pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dike

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser çarekirina arêşeyên navbera her du hikûmetan dike.

25.09.2024, Çar - 17:09

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya şanda Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê bi serokatiya Etwan Etwanî kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de şanda mêvan karûbarên Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê û bizavên nûnerên endam di wê lijneyê de ji bo mijara budceyê ji Serok Barzanî re berçav kirin.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser giringiya danana qanûnên federalî û çarekirina arêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî, ew jî di çarçoveya destûrê Îraqê de.

 

Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x