Serok Barzanî pîrozbahî li emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir

Serok Mesûd Barzanî bi peyvendiyeke telefonî ve emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn pîroz kir.

30.12.2019, Pts - 03:37

Serok Barzanî pîrozbahî li emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya serok Mesûd Barzanî daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja yekşem 29.12.2019 Serok Mesûd Barzanî li peywendiyekî telefonî da bi helkefta hilbijartina wî ya wekî Emîndarê Giştî û hilbijartina serkirdayetiya nû ya Yekgirtî pîrozbahiyê li Mamosta Selaheddîn Behaddîn kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî da xwest. Her wiha pîrozbahiya serkeftina Heştemîn Kongreya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li Emîndarê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî, bi navê berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê hêviya bi hêztirbûna birayetî û yekrêziya di navbera aliyan de xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x