Serok Barzanî rolekî giring di çêkirina peywendiyên ligel welatên derve de hebû

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî sala 1992ê berdewam bizav kiriye peywendiyên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de bi cîhana derve re bike dezgehî.

04.10.2024, Cum - 14:13

Serok Barzanî rolekî giring di çêkirina peywendiyên ligel welatên derve de hebû
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî sala 1992ê berdewam bizav kiriye peywendiyên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de bi cîhana derve re bike dezgehî.

Yek ji wan dezgehên ku wekî destkeftiyên desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê û wekî xebata berdewam a PDKê - ku herdem cihê giringîpêdana wê bû - Fermangeha Peywendiyên Dervey a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, ji bo nasandina doza Kurdan û pêgeha diplomasî ya Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke qanûnî û destûrî jî rolekî bilind hebû, û wekî destkeftiya desthilatdariya Herêma Kutrdistanê xasma li serdema desthilatdariya PDKê de tê temaşekirin.

Her kêşwerekî vê cîhanê wekî doz û pareke taybet serederî pê re tê kirin, her roj li vê derê peywendiyên Herêma Kurdistanê bi zilhêztirîn welatên cîhanê re tên rêkxistin. Yek ji xalên serkeftina vê dezgeha giring ji bo wê bingehê vedigere ya ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li serdema şoreşê bi welatên cîhanê re çê kirine.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragehand, “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nûnerîtiya şoreşê dikir û ew xwendekarên ku li derveyê welatî bûn şoreş û xebata gelê Kurd digehand cîhanê, lewma jî bingeheke baş hebû, li salên 1970an û 1980an rolekî berçav di çêkirina peywendiyan de hebû. Piştî sala 1992ê awayekî din peyda bû, hilbijartinên perlemanê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî erkek keft ser milên Herêma Kurdistanê.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî sala 1992ê berdewam bizav kiriye peywendiyên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de yên bi cîhana derve re bike dezgehî, ji bo vê yekê jî ezmûn û peywendiyên xwe yên diplomasî yên berfireh kirin di xizmeta pêşvebirina dezgehên hikûmetê de, lewma bihêzbûna PDKê wekî bihêzbûna Kurdistanê tê dîtin.

Çavdêrê Siyasî Medhet Silêman jî got, “Mezintirîn arêşeya me çawaniya çêkirina peywendiyan bi welatên Erebî re bû, ew jî kesatiya Serok Barzanî bandoreke berçav li ser çêkirina wan peywendiyan hebû, lewma jî me bi welatên deverê re baştirîn peywendî hene, herwesa bi welatên rojava û Ewropa û Rûsyayê re jî bi awayekî giştî me baştirîn peywendiyên diplomasî hene.”

Di dema borî de gelek serok û berpirsên welatên zilhêz serdana Herêma Kurdistanê kir û bê civînên bi Serok Barzanî re ji ax û asmanên Herêma Kurdistanê dernekeftin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x