Serok Barzanî: Serederîkirina ligel encamên xirab ên Lozanê, tenê li ser milê gelê Kurdistanê nîne

Serok Barzanî li ser birêveçûna konferansa yekem a Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peyamek belav kir.

27.05.2023, Cts - 12:20

Serok Barzanî: Serederîkirina ligel encamên xirab ên Lozanê, tenê li ser milê gelê Kurdistanê nîne
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî li ser birêveçûna konferansa yekem a Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peyamek belav kir û ragihand: “Cihê xweşhaliyeke mezin e ku di wan milmilaniyên dûr û dirêj û sedsalî yên navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê de dirust bûye, bi ti awayî kêşeyan rengê nakokiya netewî negirtiye.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Cihê xweşhaliyeke mezin e ku di wan milmilaniyên dûr û dirêj û sedsalî yên navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê de dirust bûye, bi ti awayî kêşeyan rengê nakokiya netewî negirtiye û Kurd her dem di nav neteweyên navçeyê de dost û hevsozên mezin hebûne.”

Di peyamê de Serok Barzanî dibêje: “Kêşeya sereke ya gelê Kurdistanê ligel rejîman û siyaseta xelet û serkutkarî û dîktatoriyê bûye, ne ku netewe û gelên navçeyê. Em jibîr jî nekin ku serederîkirina ligel encamên xirab ên Lozanê û rastkirina xeletiyan tenê li ser milê gelê Kurdistanê nîne, divê dewletên navçeyê û zilhêz û ew welatên di hevkêşeya navdewletî de bandora wan heye û herwiha rêxistinên nehikûmî û navendên akademîk û civakî û çalakvanan û kesayetên cîhanî di dirustkirina çarçoveya aştiyane û demokrat û niyetpakî bo çareserkirina kêşeyan de beşdar bin.”

Serok Mesûd Barzanî diyar dike: “Diyasporaya Kurdistanî li derveyî welat dikare roleke yekcar mezin li navendên siyasî û civakî û zanistî yên welatan bilîzin, ew jî bi arasteya nasandina doza Kurd û gihandina rastiyan û berevanîkirina mafên gelê Kurdistanê û peydakirina gelek dost û alîgiran di nav xelkê welatên din de û kêmkirina encamên vê zilma dîrokî ya li Kurdistaniyan hatiye kirin. Bêguman ev erkekî pîroz e jî û cîbicîkirina vî erkî jî pêwîstî bi biratî û hevbeşî û pêkvebûna hemûyan e. Di vî erkî de divê destberdarê berjewendiyên bertesk bin û Kurdistan li ser hemû berjewendiyan bibînin.”

Di dawiya peyamê de Serok Barzanî dibêje: “Ez hêvîdar im ev dîdara girîng derencama wê ya bi sûd hebe û rasperde û berçavroniyê li ser çawaniya serederîkirina ligel bandor û encamên Peymana Lozanê bide me hemûyan, ez hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:56:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x