Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hinek daxuyaniyan belav kir, ku di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nêrîn weke helwest û nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dîtin.
Serok Barzanî ragihand ku tenê daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaset û helwesta fermî ya PDKê nîşan dide.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban
Di dema borî de di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nêrîn hatine belavkirin, ku gelek caran weke helwest û nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dîtin.
Em li vir ji her kesî re radigihînin ku her cûre daxuyanî û nêrîn, li jêr her nav û nîşanek be, bi siyaseta PDKê ve girêdayî nîne û weke nêrîna fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) neyê hejmartin.
Tenê daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaset û helwesta fermî ya PDKê nîşan dide.
Mesûd Barzanî
11ê Çileya 2022yan