Serok Nêçîrvan Barzanî: Hewlên me bo avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî li Bexdayê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hemû hewlên me ew e, li Bexdayê hevpeymaniyeke Kurdistanî ava bikin.

27.11.2019, Çar - 05:04

Serok Nêçîrvan Barzanî: Hewlên me bo avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî li Bexdayê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, hemû hewlên me ew e, li Bexdayê hevpeymaniyeke Kurdistanî ava bikin, ji ber ku karkirina bi awayekî cuda, ti destkeftekê bidest naxin. Heger bi hev re bin, dibin hejmareke bihêz û ji karên me yên pêşîne ew e, bikarin wê hevpeymaniyê pêk bînin.

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de got: Pêwendiyên me baş in û mebesta me ew e, li ser budce û petrolê bigihin rêkeftinê. Hefteya bê jî şandeke Herêmê diçe Bexdayê û ta niha civîn bi başî birêve çûne. Em berdewam dibin bi hevkariya Bexdayê, ku hevkar bin, bo derbaskirina wê qeyrana ye.

Nêçîrvan Barzanî got jî: Xelkê Kurdistanê gelekî xwe ragirtiye û heger têgihîştina xelkê nebûye, rewşa Herêmê bi vî awayî birêve nediçû. Hewla me hmûyan ew e, ji vê rewşê derkevin û pêşerojeke baştir dirust bikin û ez bi xwe geşbîn im.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x