Serokwezîr Barzanî û Mike Pompeo li ser êrişên Îranê peyivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi telefonê behsa rewşa dawî ya Iraqê kirin.

08.01.2020, Çar - 03:32

Serokwezîr Barzanî û Mike Pompeo li ser êrişên Îranê peyivîn
Nuçe Belav bike

Piştî ku Îranê bingehên serbazî yên Amerîkayê yên li Enbar û Hewlêrê da ber mûşekan, Serokwezîr Mersûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeka telefonî pêk anîn.

Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe gotiye ku wî û Mike Pompeo behsa rewşa Iraqê kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daye zanîn, ji Pompeo re çend çareseriyek pêşniyar kiriye bo aramkirina rewşa ku pêş hatiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser wê pêwendiya telefonî ragihandiye, di wê pêwendiyê de Mesrûr Barzanî daxwaza aramkirina rewşê kiriye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus jî li ser wê pêwendiyê ragihand, di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrîşên Îranê yên bo ser hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê axivîn.

Morgan Ortagus diyar kir, Pompeo û Mesrûr Barzanî behsa dawî zanyariyên têkildarî êrîşa mûşekî ya Îranê kirin û herwiha li hev kirin ku derbarê pêşhatên herî dawî de di pêwendiyeke nêzîk de bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 690 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x