Topxaneyên Îranê gundê Alanê li li sînorê Hacî Omaranê topbaran kir. Herwiha bi firokeyên bêpîlot, heman dever bombebaran kir.
Herêma Çoman û devera Balekayetî ji aliyê hêzên Îranê ve tê topbaran kirin û firokeyên şer bêpîlot ên artêşa Tirkiyê jî heman hêrêman bombebaran dikin.
Peyamnêrê Rûdawê Bextiya Qadir li sînorê navçeya Soran ragihand ku îro sibê topxaneyên Îranê, hinek deverên ser bi herêma Hacî Omeran a Çomanê topbaran kirin.
Bextiya Qadir da zanîn ku ew topbaran li bilindahiya Girê Marîn û li herêma gundê Alanê bûye û di heman demê de firokeyên Tirkiyê yên bêpîlot jî ew herêm bombebaran kirin.
Mixtarê Gundê Alanê Ebdullah Hûsên jî ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên bêpîlot ên artêşa Tirkiyê Girê Beraskanê armanc girtine û ti ziyanên canî nebûne, lê agir bi rûberekî mezin ê zeviyan ketiye.
Bi gotina Ebdullah Hûsên êrişên Tirkiyê îro Duşemê 16ê Hezîranê saet derdora 09.00 destpê kir.
Piştre saet 11 topxaneyên komara islamî ya Îranê navçeyên Kanî Reş, Kendeşîn, Marîn û Bêşe, Kendeşîn hatine tobarankirin ku li sînorê gundê Alane ne.
Ev navçeyên sinorî ne lê zoma xelkê lê hene û koçer lê dijîn, heta niha ziyanên canî û maddî yên wan êrîşan nehatine zanîn.
Rêveberê Bajarokê Hacî Omeran Ferzeng Ehemed jî da xuyakirin ku Tirkiyê û Îranê bi hevre dest bi operasyonê kirine li dijî partiyên Kurdî û got ji duh ve êrîş li ser navçeyên sinorî heye.
Ev yekem care ku Tirkiyê li wan navçeyan operasyonên asmanî dike lê berî niha çend caran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê be hatine topbarankirin.
Bilindahiyên Beraskan hevsînor in ligel gundê Zêwke yê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê.