Li gor biryarên nû, divê welatiyên Herêma Kurdistanê mask bikar bînin û dûrketina rûbera (1.5) metro di navbera xwe de biparêzin û her kesê li derveyî malê mask bikar neyîne, bi (20) hezar Dînar tê sizadan.
Yekem: Li gor biryarên nû, bi berçavgirtina rêkarên xweparêziyê, desthilat bi parêzgaran û serperiştên îdareyên serbixwe tê dayîn ji bo:
1- Asankariyê ji çûnûhatina di navbera parêzgehan û îdareyên serbixwe de bê kirin.
2- Çûnûhatinê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de rêk bixin.
3- Veguhastina hêzên ewlehiyê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de rêk bixin.
Duyem: Çûnûhatina dîplomatkarên biyanî û hêzên Hevpeymanan di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe û di navbera Herêmê û parêzgehên Iraqê de, rê tê dayîn.
1- Deriyên sînorî yîn Perwîzxan, Serzêrî, Seyran Ben, Kêlî, Tewîle, Pişte û Şuşmê di rûyê geştiyaran de girtî dimînin û tenê ji bo veguhatinên bazirganiyê vekirî ne.
2- Deriyên sînorî Paşmax û Hacî Omeran di rûyê welatiyên Herêma Kurdistanê yên li Îranê asê mane û dixwazin vegerin, vekirî ne.
3- Welatiyên Herêma Kurdistanê yên xwendekarên zanîngeh û peymangehên Îranê ne, yan nexweş in û pêwîstiya wan bi serdana bijîşkên Îranê heye, bi riya sîstema rêpêdana eliktironî dikarin daxwaza xwe pêşkêş bikin.
4- Her du firokxaneyên navdewletî (Hewlêr û Silêmanî) li gor rênimayên tendirustî li hember geştên esmanî vekirî dimînin.
Di biryareke din de hatiye, veguhartina bazirganî di navbera Herêmê û parêzgehên Iraqê de bi berçavgirtina rênimayên tendirustiyê berdewam dibin.
Hatina welatiyên Iraqê di deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re asayî dibe û ji bo kesên biyanî jî, razemendiya Wezareta Navxwe pêwîst dibe. Geştkirina welatiyên Iraqî bo Tirkiyê jî tenê ji bo çareserkirina nexweşî, bazirganî û xwendinê dibe.
Cihên boneyan (serxweşî, ser goran, aheng, boneyên civakî) girtî dimînin.
Di biryareke din hatiye jî: Divê welatiyên Herêma Kurdistanê mask bikar bînin û dûrketina rûbera (1.5) metro di navbera xwe de biparêzin û her kesê li derveyî malê mask bikar neyîne, bi (20) hezar Dînar tê sizadan.
Herwiha divê rênimayên xweparêziyê li fermangehên hikûmetê jî bêne peyrew kirin, ku pêştir ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve hatibû derkirin.