Berpirsê dezgeha rewşenbîrî û hişyariya netewî li Wezareta Pêşmerge, Helgord Hîkmet li ser êrişa balafirên Tirkiyê li dijî devera Şingalê ji BasNewsê re got, zêdetirî salekê ye em hawar dikin ku em naxwazin Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bikevin nav vê aloziyê. Îro ew tişta ku em jê ditirsiyan, qewimî. Şeva borî balafirên Tirkiyê li baregehên Pêşmerge dan, komek pêşmerge şehîd û birîndar bûn, baregeha wan jî şewitiye.
Helgord Hîkmet her wiha got, bila PKK helwesta xwe li ber çavan re derbas bike û wan deverên ku xaka Herêma Kurdistanê ne, vala bike. Em daxwaz ji Tirkiyê jî dikin bi awayekî ciddîtir û hestiyartir bi vê bûyerê re reftar bike. Em naxwazin ew der bibin meydana şer û nakokiyên ti hêz û aliyekî.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku eger PKK li Şingalê bimîne êrişên Tirkiyê dê bidomin û got, ji ber ku Iraq dewleteka lerzok e û nikare serweriya xwe biparêze. Me dixwast PKK guh bide Pêşmerge û rayedarên Kurdistanê û ji Şingalê derkeve, eger vê yekê neke Tirkiye dê dîsa êriş bike.
Helgord Hîkmet eşkere kir ku hemû dinya dizane Pêşmerge beşek ji hevpeymaniya navdewletî ye û got, Pêşmerge dê bi rêya Serok Barzanî helwesta xwe li hember vê bûyerê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike.