Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly li Iraqê ye û dê li gel berpirsên Bexdayê gotûbêjê li ser hejmareke dosyeyan bike. Biryar e piştre Florence Parly serdana Hewlêrê bike û li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.
Florence Parly êvara Çarşemê 26ê Tebaxê gihişt Bexda ya paytexta Iraqê, ku di dema 6 heftiyan de ev dibe duyemîn wezîrê Fransayê ku serdana Iraqê dike.
Wezîra Berevaniya Fransayê dê li Bexdayê ligel fermandarê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Enad bicive.
Di wê serdana xwe dem Parly dê li ser heman mijaran gotêbêjê bi rayedarên Iraqê re bike, ku Wezîrê Derve yê Fransayê çend heftî berî niha di serdana xwe ya bo Iraqê de tekezî li ser kiribû, ku rûbirûbûna DAIŞê û rêzgirtin li serweriya Iraqê du ji wan mijaran in.
Li gor zanyariyan, Parly dê li gel berpirsên Iraqê behsa destwerdanên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de û êrîşên wê dawiyê yên wî welatî bike.
Çavkaniyekî ji Wezareta Berevaniya Fransayê ragihand, Fransa derbarê destdirêjiya li ser serweriya Iraqê dilgiran bûye û di çarçoveya hevsengiya herêmî de bi tevahî piştgirî li serweriya Iraqê dike.
Herwiha çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihandiye, ku biryar e heftiya bihê Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Iraqê bike.
Wezîra Berevaniya Fransayê piştî Bexdayê wê serdana Hewlêrê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serowezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî bicive.
Di Tîrmeha par d ejî serokatiya Fransyê ragihandibû, Macron di çend mehên bihê de dê serdana Iraqê bike, lê belê wê demê ew serdan nehat kirin.
Ew dibe duyemîn car ku Wezîra Berevaniya Fransayê serdana Hewlêrê dike. Mehek berî referanduma serxwebûnê û di 25ê Tebaxa 2017 de, Florence Parly li gel Wezîrê Derve yê welatê xwe Jean-Yves Le Drian serdana Hewlêrê kiribû û li gel serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî civiyabûn.