Endamekî serkirdayetya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaza civîneke awarte û bilez di navbera YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ji bo gotûbûjkirin û nirxandina li ser rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dike.
Endamê Serkirdayetiya YNKê, Herêm Kemal Axa ji Rûdawê re da xuyakirin ku proseyeke nû ya erebkirinê bi planeke nû li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê destpê kiriye û diyar kir, ew proseya guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî bi hewlên takekesî çareser nabe.
Wî serkirdeyê YNKê destnîşan kir, “niha planeke nû heye ku pêngav bi pêngav erebên hawirde tînin Kerkûkê û wan navçeyên ku nakokî li ser hene” û got, “eger YNK û PDK li ser gelek mijarin ne wek hev bifikirin jî, lê derbarê rêgirtina ji vê proseya erebandina navçeyên Kurdistanî, li ser nêrîneke hevbeş in.”
Herêm Kemal Axa got, ji bo rêgirtin ji vê yekê pêwîst dike ku YNK û PDK civîneke bilez û awarte saz bikin û bi alîkariya hemû aliyên din ên Kurdistanî çareseriyeke nû ji rewşê re bibînin.
Kemal Axa da xuyakirin, dema wê yekê hatiye ku hemû alî bi hev re ji bo rawestandina wê erebandina herêmê givaşê bikin û tekez kir, hewlên takeksî ji bo rawestandina anîna ereban bo navçeyên Kurdan nagihin ti encaman, lewma pêwîste çaresereke bingehîn ji wê rewşa niha re bihê dîtin.
Piştî sala 2003 û rûxana rejîma Beis, piraniya kurdên ku ji Kerkûk, Mûsil û Diyale ji ser mal û milkên xwe hatibûn derxistin, vegeriyan ser milkên xwe û erebên ku hikûmetê anîbûn ser erdê Kurdan, vegeriyabûne cihên xwe yên berê.
Lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û bi taybet piştî ku Rakan Cibûrî weke parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê dest bi kar bû, ew erebên hawirde careke din vedigerin navçeyên Kurdan û hewl didin dest bi ser zewî û mal û milkên Kurdan de bigirin.
Kêşeya zewiyên çandiniyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybet li sînorê parêzgehên Kerkûk, Diyale û û Selahedînê berdewam e. Li sînorê herdu qezayên Daqûq û Xurmatûyê ew kêşe zêdetir tê dîtin û çend caran di navbera Kurdên xelkê resen ên wan navçeyan û erebên hawirde de şer û pevçûn derketkine.
Roja Yekşema bihorî 15 malbatên Ereb bi piştgiriya hejmarek ji hêzên artêşa Iraqê hewl dan vegerin gundê Kulî Tepe ku dikeva navbera Daqûq û Xurmatûyê, lê belê gundiyên Kurd bi dar û keviran rûbirûyê wan bûn û rê nedan ku ew derbasî nav gund bibin.
Li gor amaran, di serdema rejîma Beis a Iraqê de, milyonek û 300 hezar donim ji zewiyên Kurdan li sînorê Kerkûkê dest bi ser de hatiye girtin û paşê hikûemtê bi rêya girêbestên çandiniyê ew zewî dane ereban.