Aldar Xelîl: ENKS jî dikare tevlî federalîzma Bakurê Sûriyê bibe

Serkird di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji K24ê re re radigihîne ku, aliyên siyasî yên ji derveyî sîstema federalîzma Bakurê Sûriyê ne, dikarin tevlî vê sîstemê bibin.

31.12.2016, Cts - 06:31

Aldar Xelîl: ENKS jî dikare tevlî federalîzma Bakurê Sûriyê bibe
Nuçe Belav bike

Serkird di TEV-DEMê de Aldar Xelîl ji K24ê re re ragihand û got: "Aliyên siyasî yên ji derveyî sîstema federalîzmê ne, dikarin tevlî vê sîstemê bibin, em ji amade ne diyalogê bi wan bikin û li nerîn û helwestên wan guhdarî bikin."
Aldar Xelîl da zanîn ku pêwîst e rûniştinên bê şert û merc pêk werin û gengeşe li ser hemû xalên hevbeş û yên ku nakok bêne kirin."

Roja 28 Berçele li bajarê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê birêve çû, tê de navê sîstemê hate guhartin û peyva “Rojava” ji nave wê hate avêtin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”

Duh jî Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, Her karekî navdewletî tê kirin, PYD ji maf û destkeftên netewî yên Kurdî dûr dikeve û xebata û qurbaniya bi dehan salan û taybetmendiya Kurd li Sûriyê têk da.”

Ev ne cara yekem e Aldar Xelîl dibêje ku deriyên wan ji diyaloga bi ENKSê re vekirîne, ku berî çend rojan dîsa Aldar Xelîl di kongreya 4emîn ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇKS) ku li bajarê Amûdê birêve çûbû, behsa ENKS kiribû û ew amade ne diyalogê bi ENKSê re bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:41:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x