Amarên qurbaniyên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê amarên cuda cuda derbarê hejmara qurbaniyan tên belav kirin.

08.02.2023, Çar - 09:05

Amarên qurbaniyên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn - Sûriye dibêje bi tenê li bajarokê Cindirêsê 700 kesan canê xwe jidest dane, 450 term ji bin kavilan hatine derxsitin û 300 kesên din birîndar bûn.

Li gor agahiên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn - Sûriye dibêje ku ji tevaya 230 avahiyên li Cindirêsê 180 avahî herfîne.

Berdevkê Rêkxistina Mafê mirov a Efrînê Ibrahîm Şêxo got ku li Efrînê 570 welatiyên Kurd di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya ser bi Rêveberiya Xweser jî dibêje hejmara giştî ya qurbaniyan li tevaya Rojavayê Kurdistan û Sûiryê gihştiye 2 hezar û 370 miriyan ku hezar û 62 kes li navçeyên Hikûmetê ne herwiha 2 hezar û 554 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tebdurtsî ya Hikûmeta Sûriyê dibêje heta niha 812 kesan li navçeyên ziyandîtî li Heleb, Laziqiyê, Hema, Tertûs û gundewarê Idlibê canê xwe jidest dane û 1.449 birîndar bûne.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:26:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x