Amerîka daxwaza beşdariya kurdan a danûstandinên siyasî yên Sûriyê dike

Amerîka daxwaza beşdariya kurdan a danûstandinên siyasî yên taybet Sûriyê dike û Tirkiye jî ji vê hewldanê nîgerane.

29.10.2017, Paz - 11:46

Amerîka daxwaza beşdariya kurdan a danûstandinên siyasî yên Sûriyê dike
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya rojnameya Şerqulewset ew hewldana Amerîka bûye cîhê nîgeraniya Tirkiyê û wezareta derve ya Tirkiyê daxwaz li îtîlafa niştimaniya opozîsyona Sûriyê kiriye, ku nûnerên kurd beşdarî danûstandinan nebin û vê yekê bikin mercê beşdarbûna xwe ya danûstandinan nîşan bidin.

Li gor rojnamê belav kiriye, hikûmeta Amerîka ji nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Stephan De Mistura re ragehandiye ku pêwîste nûnerên kurdên rojavayê Kurdistanê beşdarî li danûstandinên rewşa Sûriyê bikin.

Bi armanca ava kirine çareseriyeke şerê navxwe yê Sûriyê re, heta naha gelek civîn û danûstandin di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de li Cenêv, Astan û Sîûdiyê birêve çûne. Herwaha biryare çend rojên bê Rûsya çavdêriya danûstandineke li binkeya leşkerî ya Humeymîm a rojavayê Sûriyê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x