Amnesty Internationalê li ser kampên Roj û Holê raporek belav kir

Amnesty Internationalê da zanîn ku li kampên Roj û Holê “lêdan, xeniqandin, tundî û şkence” hene.

19.04.2024, Cum - 14:44

Amnesty Internationalê li ser kampên Roj û Holê raporek belav kir
Nuçe Belav bike

Kampên Roj û Holê li Rojavayê Kurdistanê ne û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

DAIŞiyên berê û xizmên wan li van kampan dimînin û ji ber ku DAIŞ li van kampan xebatên xwe didomîne ev kamp wekî xetereye mezin tên dîtin.

Amnesty Internationalê di raporeke xwe bal kişand ser rewşa li kampên Roj û Holê û da zanîn ku kamp gelekî qerebalix in.

“Piraniya wan jin û zarok in”

Alîkara Rêveberê Herêmî yê Amnesty Internationalê Aye Meczûbê got:

“Piraniya kesên li wan kampan in jin û zarok in.

Bi piranî destê wan di ti sûcî de nîne û rewşa kampan bi temamî qirêj e.”

Amnesty International ji ber vê rewşê rexneyan li HSDyê digire û berpirsiyariya Amerîkayê bi bîr tîne.

HSD gelek caran bang dike ku hemû dewlet welatiyên xwe ji van kampan bibin lê ev yek pêk nayê.

“Divê wan şkence û binpêkirinan rawestîne”

Aye Meczûbê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya Amerîkayê û got:

“Divê Amerîka piştrastbûnê bide HSDyê ya ku wê peredar dike.

Divê wan şkence û binpêkirinan rawestîne ku me ew belge kirine.

Divê ji bo tesbîtkirina kesên tawanbar lêkolîn bên kirin û kesên bêsûc bên berdan.

Kesên ku destê wan di tawanên DAIŞê de nîne jî qurbaniyên DAIŞê û divê bên berdan.”

Li gorî rapora Amnesty Internationalê li kamp û girtîgehên HSDyê 56 hezar kes hene ku 30 hezar ji wan zarok in.

Vî nûçeyê tevayî: 108 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x